Newaya Jin derket: Tolhildana me wê şoreşa jinê be

  • 11:26 1 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 225’an a rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Tolhildana me wê şoreşa jinê be’ derket.
 
Hejmara meha Kanûnê ya Newaya Jin ku li Ewropayê weşanê dike, derket. Rojname di salvegera 1’emîn a şehadeta Evîn Goyî de ku li Parîsê hate qetilkirin, bi manşeta “Tolhildana me wê şoreşa jinê be” derket.
 
Di hejmara dawî ya salê de; ji aliyê tevgera azadiyê ya jinê ve sala 2023’yan, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û Kurdistan, analîza çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û helwesta Konseya Ewropayê, encamên sirgun û koçê ya Komkujiya Mereşê û mijarên bi vî rengî cih digirin.
 
'Me sond xwariye'
 
23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê bi Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil re yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara) hate qetilkirin. Ji bo bîranîna Evîn Goyî yek ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizgul nivîsek bi sernava ‘Me sond xwariye’ nivîsand.
 
Krîza hegemonyaya cîhanî 
 
Ruşen Samsat li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku bi şerê Îsraîl-Fîlîstînê re car din kete rojevê û krîza hegemonyaya cîhanî nirxand.
 
'Stratejiya temamkirina qirkirina Kurdan hate kûrkirin'
 
Hêja Zerya jî geşedanên derbarê azadiya jinê ya sala 2023’yan, nirxand û got: “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê û Komara Tirkiyeyê de, sîstem qirkirinê ya Îmraliyê belavî hemû Kurdistanê bû û stratejiya temamkirina qirkirina Kurdan hate kûrkirin.”
 
Tecrîd û helwesta Konseya Ewropayê
 
Yek ji nivîskarên rojnameyê Havîn Guneşer têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê, nivîseke rexnekirinê nivîsand.
 
Di rojnameyê de nirxandineke Abdullah Ocalan a 27’ê Mijdara 1997’an, hate weşandin.
 
Nivîseke Nazan Ustundag a derbarê çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê jî hate weşandin.
 
Di hejmara nû ya rojnameyê de Komkujiya Mereşê jî nehate jibîrkirin.
 
Gundê jinan Umoja
 
Necîbe Qeredaxî ku di hejmarên berê ya rojnameyê de qala civîna jinan a li Kenyayê kiribû, di vê hejmara rojnameyê de hevpeyvîna xwe ya bi yek damezrênerên gundê Umojayê Rebecca Lolosolî re ragihand.
 
Rûpelên Kurdî yên rojnameyê jî bi gotar, rojname û analîzan qala geşedanên her çar parçeyên Kurdistanê dike.
 
Li Bakur tevî zextan sala serhildanê
 
Di rûpelên kurdî yên rojnameyê de gotar, roportaj û analîzan cih girtin. 
 
Roza Metîna bal kişand ser panoramaya sala 2023'yan a tevgera azadiya jinan a Bakurê Kurdistanê. Rozayê da zanîn tevî zext û astengiyan jinên kurd israra xwe ya di warê azadiyê de derxistin pêş.