Li Nisêbînê 2 kes hatin binçavkirin

  • 10:34 1 Kanûn 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di ketina navçeya Nisêbînê de polîsan wesayîtek sekinandin û yek jê jin 2 rêwî derb kirin û binçav kirin. 
 
Duh di saetên şevê di ketina navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de wesayîta Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Nisêbînê yê berê Şiyar Koç û jineke pê re ku navê wê nehat zanîn hate sekinandin û her du jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de Şiyar û jina pê re lêdan xwarin û birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê.