ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 1 Kanûn 2023
  • Rojev
 
*Gullu Yatbaz şahidiya komkujiya Vartînîsê kir û wiha dibêj: "Zindî zindî hatin şewitandin, destûrê nedan bên xilaskirin û dengê qêrîna wan dihat, piştî demekê dengê wan qût bû. Mirov çawa vê komkujiyê ji bîr bike? Em ê ji neviyên xwe re jî bêjin ku bila neyê jibîrkirin." BI DÎMEN 
 
*Zanista civakî piştî duyemîn şerê cîhanê ketiye demek nû û krîzekê dijî. Sedema têkçûna pergala Sovyet, îflasa projeya netew dewlet, tasfiyeya mêtîngeriya klasîk ev bû. Tevgera 1968’an di ferqa êşa vê guherînê de ye. Lêgerîna rizgariya ji navenda Ewropa û pozitîfîzmê zêde bûye. Ev lêgerîna heqîqetê gihiştiye astek nû. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Platforma şaxên KESK’ê ya Amedê,  der barê butçeya ku ji bo gel hatiye avakirin û ji aliyê deshtilatdaryê ve hatiye birîn û nifûsek xizan hatiye afiandin bi dirûşmeya ‘ne ji sermayê re ji gel re butçe’ wê mîtîngê pêk bîne. Ji bo mîtîngê banga tevlibûnê hat kirin. DÎMEN HEYE
 
*Malbatên kesên ku xizmên wan di têkoşîna azadî û demorkasiyê de jiyana xwe ji dest dane, polîtîkayên îşkenceya li dijî cenazeyan a desthilatdariyê nirxandin û gotin: “Êrîşa dewletê ya li dijî cenazeyan dijahlaqî ye. Em vê qebûl nakin. Dewlet ji dayikên laçik sipî ditirse. Em mafên xwe, azadiya serokatiya xwe û hemû girtiyan dixwazin. Li dijî hemû êrîşan em ê têkoşîna zarokên xwe bidomînin. Em ê li ser şopa wan bin.” DÎMEN HEYE 
 
*Mêrên li Akademiya Perwerdeyê ya Helebê, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan û guhertina zihniyeta baviksalarî tevlî perwerdeyê bûn wiha gotin:"Me di perwerdeya xwe de mijarên guhertina zihniyeta baviksalarî û lidijderketina tundiya li ser jinan dîtin. Me bi vê re mafê jinan nas kir. Di heman demê de divê em ji jinan re bibin destek û li dijî tundiya li ser jinan bisekinin. Em ê hewl bidin her tim, bi jinan re têkoşîna azadiyê bikin." DÎMEN HEYE