Doza gumanbarên destdirêjiyê hat taloqkirin

  • 20:26 30 Mijdar 2023
  • Hiqûq
WAN - Di 2020'î de li Bêgiriyê 5 kesî destdirêjî li zarokekê kiribûn û der barê wan de doza hatibû vekirin. 3’yemîn danîşîna dozê hat dîtin. Doz taloqê 23’ê Çileya 2024’an hat kirin.
 
Li navçeya Bêgirî ya Wanê di meha çile de derketibû holê ku 5 mêran bi awayek sîstematîk destdirêjî zarokekê kirine. Der barê gumanbaran de doza ku hatibû vekirin û 3’yemîn runiştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Ercîşê hat dîtin. Parêzerê zarok û kiryaran,  kiryar Onder Ozer tevli dozê bûn û her wiha Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê jî di dozê de amade bûn.
 
Doz bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir. Onder Ozerê ku ne girtî tê darizandin ji ber sûcekê din tevlî dozê bû û her wiha gumanbarên din tevlî dozê nebûn. Parêzerên zaraok, têkildarî gumanbarên hatine berdan de xwest ku biryara girtinê bê dayîn.
Doz hat taloqkirin
 
Piştî navberek kurt hat dayîn şandeha dadgehê biryara belgeyên kêm bên temamkirin û berdewamiya girtina girtiyan da. Doz taloqê 23’ê Çileya 2024’an hat kirin.