Ji bo azadiya Abdullah Ocalan konser hat dayin

  • 16:14 30 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Kevana Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido konserek ji bo piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dar xist.
 
Tevgera Kevana Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dirûşma “Em ê bi hemû hunera xwe tecrîdê têk bibin û rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin” konserek li dar xist. 
 
Konser bi amadebûna bi dehan hunermend û hezkiriyên muzîkê û şêniyên Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar ket.
 
Ji rêveberên Tevgera Kevana Zêrîn Fatmê Xelîl beriya konserê axivî û got: “Em vê konserê diyarî rêberê mirovahiyê, roj û ronahiya gelê bindest li Rêber Apo û gerîlayên serê çiyan pîroz dikin. Her wiha li girtiyên zindanan û hevalên me yên gazî yên ku canê xwe kirin mertal, bi taybet li dayikên şehîdan pîroz dikin.”
 
Fatmê Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wê ev konser ne yekemîn be. Em çi qas çalakiyan li dar bixin jî em deyndarê Rêber Apo ne.”