Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar

  • 19:06 29 Mijdar 2023
  • Rojane
RIHA - Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari ku li Rihayê serdanên xwe didomîne, çû serdana Emîne Şenyaşar ya ku têkoşîna edeletê dide.
 
Hevsreoka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatimogullari, serdanên xwe yên li Rihayê li navçeya Pirsûsê domand. Tulay ku ewil çû serdana esnafên Kolana Ziyaretê, piştre çû mala girtiyên birayên hev Fevzî, Mehmet Haşîm, Mehmet Kasim, Omer Aslan. Mehmet Arslan da zanîn ku  kurê wê Fevzî Arslan nexweşê girane û got divê rewşa girtiyên nexweş bibin meclîsê.
 
Tulay piştre bi heyeta ligel xwe çû serdana Emîne Şenyaşar ya têkoşîna edeletê dide. Emîneyê der barê rewşa tenduristiya xwe û têkoşîna edeletê ya dimeşîne de agahî da. Tulayê da zanîn ku têkoşîna Emîne Şenyaşar têkoşîna wan e jî.
 
Tulay û heyete piştre çûn mala Adle Samur ya 63 salî k udi 23’ê îlonê de hatiye tahliyekirin.