Şandeya bakurê Kurdistanê çû serdana Başûr

  • 16:18 29 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên jin ên HEDEP’ê pêk tê, bi Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir re hevdîtin kir.
 
Şandeyek ji bakurê Kurdistanê ku ji hinek parlamenterên jin ên HEDEP’ê û hinek rêxistinên jinan pêk dihat serdana bajarê Silêmaniyê kir. 
Şande ji Parlamentera bajarê Sêrtê Sebahat Erdogan, Hevşaredara Silopiyê Edalet Çîmen, Berpirsa Rêxistina Jinan Gulbihar Guzel, Endama Kongreya Civaka Demokratîk Neslîhan Acar, Endama Meclisa Jinan a HEDEP’ê Gulbihar Alp Su pêk tê.
 
Armanca serdanê ew e ku li gel alî, kesayet û rêxistinan derbarê pirsgirêka gelê Kurd, rewşa jinan li parçeyên Kurdistanê guftûgo bikin û armanc pêkanîna yekitiya neteweyî ye.
 
Şande li dîwana bajarê Silêmaniyê li gel Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir civiya. Di civînê de her du aliyan qala xebatên hevbeş di warê xizmetguzariyên bajarî de kirin, ku çawan dikarin projeyên hevbeş pêk bînin û bi hev re di demeke nêzîk de xizmeta gel bikin. Her wiha derbarê rêbaza pêkanîna yekitiya neteweyî de guftûgo hate kirin.
 
Di dawiya civînê de Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir pirtûk û laçikên Kurdewarî pêşkêşî şandeyê kirin.
 
Li gorî bernameyê îro bi mebesta guftûgokirina rewşa jinên Başûr û têkoşîna hevbeş a jinan saet 13:30’an de li gel Yekitiya jinan li baregeha Yekitiya Jinan kom bibin, piştre di saet 15:30’an de serdana Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) bikin. Her wiha sibe jî li gel Şanaz Îbrahîm Ehmed kom bibin.