Ji ber girtîgeha Bakirkoyê bang: Em bibin dengê girtiyan

  • 15:31 29 Mijdar 2023
  • Rojane
STENBOL - Di daxuyaniya TDÎ'yê ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê de hat dayîn wiha hat gotin, "Em weke malbat, xizm û rêhevalên girtiyan careke din dibêjin ku em ê nehêlin girtî li pişt dîwarên tecrîdê bên definkirin. Divê em bibin dengê girtiyên ku bi cezayên dîsîplînê, sirgûn, sewqkirin û qedexeyan tên xwestin bên bêdengkirin. Werin em bi hev re li dijî pêkanînên zext û îşkenceyê rawestin."
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi dirûşma "Dawî li şewitandina înfazan, qedexeyên weşanê û hevdîtinan bînin" daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma "Dawî li qedexeya şewitand, şewitandina înfazê û hevdîtinan bînin" hat vekirin de, dirûşmên "zindanan hilweşînin, ji girtiyan re azadî" û "Tecrîd dikuje" hatin berzkirin. Tevî barana zêde gelek xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) ên Stenbolê Kezban Konukçu, Cengîz Çîçek, Hevserokên HEDEP'ê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Murat Kalmaz û gelek kes di daxuyaniy de amade bûn.
 
'Hûn ê nikaribin bi girtiyên şoreşger serî bidin tewandin' 
 
Beriya daxuyaniyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan û parlamenterê HEDEP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û diyar kir ku ew li ser binpêkirina mafan a li girtîgehan hatine cem hev û got, "Dîrokê nîşanî me daye ku girtîgeh veguherine girtîgehên di nava girtîgehan û bûne qada îşkenceyê. Heta niha li gelek girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Hûn ê nikaribin bi girtiyên siyasî û şoreşger serî bidin tewandin. Em ê bibin dengê girtiyên di greva birçîbûnê de."
 
Piştre Berdevka TDÎ'yê Elvan Ozerlî daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
'Tecrîd ji her demê kûrtir bûye!'
 
Elvan, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û diyar kir ku înfazên girtiyên siyasî bi awayekî keyfî tên şewitandin. Elvan got, “Her ku bi Rewşa Awarte û pandemiya ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê hat ragihandin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derketin asta herî jor, hemû rêyên têkiliya girtiyan bi derve re hatin astengkirin û tecrîda li ser girtiyan hîn kûrtir bû. Dewleta ku li girtîgehan her cure zext, tecrîd, îşkence û pêkanînên xerab zêde kirine, bi polîtîkaya taloqkirina înfazê û şewitandina wê, qedexekirina ragihandinê re hewl dide li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku zêde dibin hinekî din zêde bike."
 
Weşanên alîgirê hikûmetê tên ferzkirin
 
Elvanê anî ziman ku mafê girtiyan ê ragihandinê hatiye desteserkirin û got, "Rêveberiyên girtîgehê qenalên televîzyonê yên ku girtî temaşe dikin diyar dikin. Ev hemû kanal ji kanalên weşanê yên alîgirê hikûmetê pêk tên. Nahêlin ku kanalên muxalîf werin temaşekirin. Li ser girtiyan weşanên nivîskî û dîtbarî yên alîgirê dewletê tên ferzkirin."
 
Mafê hevdîtinê tê redkirin
 
Elvanê, anî ziman ku mafê hevdîtinê yê girtiyan jî tê astengkirin û wiha got: “Wek tiştên li girtîgehan diqewimin têrê nake, xizmên girtiyan jî tên astengkirin dema biçin hevdîtinê. Xizmên girtiyên ku dixwazin hevdîtinê bikin, lêpirsîn li wan tê kirin. Di encama lêpirsînê de ji ber hincetên keyfî hevdîtina dixwazin bikin li wan tê qedexekirin.   Her çiqas ji aliyê dadgehan ve der barê xizmên girtiyan de tu biryarek neyê dayîn jî îtîraz tê kirin û bi van biryaran rê li ber hevdîtina xizmên girtiyan tê girtin."
 
'Em bibin dengê girtiyan'
 
Elvan li dijî tecrîd, îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir û got, “Em weke malbat, xizm û rêhevalên girtiyan careke din dibêjin ku em ê nehêlin girtî li pişt dîwarên tecrîdê bên definkirin. Em ê bibin dengê girtiyên ku bi cezayên dîsîplînê, sirgûn, sewqkirin û qedexeyan tên xwestin bên bêdengkirin. "Werin em bi hev re li dijî pêkanînên ku li ser girtiyan rawestin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên"Zidanan hilweşînin, ji girtiyan re azadî" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn" bi dawî bû.