ÎHD'ê ji bo ku heyetekê bişînin Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da

  • 14:56 29 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ENQERE - ÎHD'ê ji bo ku heyetekê bişînin Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê di bin tecrîdeke girankirî de tê hiştin û lêkolînê bike li Wezareta Edaletê serlêdan kir. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo heyetekê bişîna Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da. 
Di daxwaznameya ÎHD'ê de ku radestî wezaretê hate kirin, hate bibîrxistin ku têkildarî astengkirina hevdîtinên malbatê û parêzeran ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê, gelek serlêdan li komeleya wan hatiye kirin. Di daxwaznameyê de ahte gotin, "Yên ku serî li saziyê dan, diyar kirin ku malbat, parêzer, xizm û muwekîlên van kesên weke hikumxwar li saziyê têne hiştin nikarin agahiyê ji wan werbigirin, li saziyê tecrîdeke girankirî heye û xwestin ku heyeteke serbixwe biçe Saziya Înfaza Ceza ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Li gel vê yekê girtiyên li saziyên înfazê yên cuda yên name ji komeleya me re şandin, diyar kirin ku ji ber agahî ji Abdullah Ocalan û yên pê re nayê wergirtin, wan dest bi greva birçîbûnê kirine."
 
'Divê heyetek ji aliyê ÎHD'ê ve bê avakirin biçe Îmraliyê'
 
Di daxwaznameyê de hate xwestin ku cihêkariya di sîstema înfaza ceza de tê kirin tavilê bi dawî bibe û wiha hate gotin, "Komeleya me bi wesîleyên cuda gelek caran diyar kir ku girtîgehek ji yek kesî teqez tecrîdeke giran e, ev rewş binpêkirina mafên mirovan ên gerdûnî ye, li dijî mafên hikumxwar û pîvanên girtîgehan e ku ji aliyê Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve hatine destnîşankirin. Ji ber sedemên li jorê hatin diyarkirin, her wiha li gorî îdîayên serlêdêran, em girîng dibînin ku heyeteke serbixwe û bê alî bê amadekirin û serdana Saziya Înfaza Ceza ya bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bike. Lewma em dixwazin ku destûr ji heyeteke ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve bê avakirin were dayin ku karibe serdana Girtîgeha Îmraliyê bike."