29'ê Mijdara 2015'an: Li Şengalê gorkeke komî ya aîdê jinan hat dîtin

  • 09:01 29 Mijdar 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li nêzê Şengalê goreke komî ya ku herî kêm sed û deh jinên Êzidî têde hatibûn binaxkirin hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenazeyê kesên li vir hatine definkirin temenê wan di navbera 40 û 80'yî de diguhere.
 
Hin bûyerên girîng ku îro dî dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1990: Dadgeha Bingehîn a Tirkiyê, di 29'ê Mijdara 1990'î de xala 159'emîn a qanûnê li dijî wekheviyê dît û îptal kir. Vê xalê li jinê ferz dikir ku bi destûra hevjînê xwe bixebite. 
 
2015: Rêxisitnên jinan li i Herêma Federal a Kurdistanê li bajarê Silmaniyê bi dirûşma "Aştî edalet û wekhevî'  konferans pêk anîn.
 
2016: Li navçeya Edene Aladagê  li Yurda Jinan şewat derket û di encamê de 12 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan.