Ji dayikan bang: Zarokên me bêxwedî nehêlin

  • 09:04 29 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Ayten Gulcu û Dîlber Kaplan ku zarokên li Bagokê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan 4 meh şûnde girtin,bang li malbat û saziyan kirin  û gotin: “Bila zarokên kesî nemirin. Malbatên ku 6-7 sale cenazeyên xwe nagirin hene. Bila xwedî li cenazeyan derkevin. Bila gorek wan hebe. Em xwedî li zarokên xwe derkevin."
 
Di 4’e Tebaxê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bombebarana pêk hatibû de endamên  YJA-Starê Leyla Gulcu (Dîcle eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên her sê endamê YJA-Starê piştî 143 roj şûn de duh radestî malbatên wan hatin kirin. Cenaze ji gorên bêkesan hatin derxisitn li Amed, Xîzan a Bedlîsê û Êlihê hatin definkirin. 
 
Dayika Leyla Gulcu (Dîcle Eylem) Ayten Gulcu û dayika Emîne Kaplan (Eylem Munzur) Dîlber Kaplan ku di xewnên xwe de hîn bûn ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane der barê pêvajoyê de axivîn.
 
Dayika wê di xewna xwe de dîtiye
 
Ayten Gulcuda zanîn ku beriya fêr bibe keça wê jiyana xwe ji dest daye di xewna xwe de dîtiye û got: “Min di xewna we de sê cenazeyên jinan ligel hev dîtin. Çend roj piştî bûyerê di 16’ê tebaxê de gazî me kirin. Em 17’ê tebaxê de ji Amedê çûn Mêrdînê. Me daxwazname da dozgeriyê. Gotin hûn dikarin cenazeyan bigirin. Lê telefon hat gotin şaşiyek çêbûye divê hûn testa DNA bidin. Me test da em vegeriyan Amedê.”
 
DNA piştî hefteyan şûnde şandine ATK’ê
 
Aytenê da zanîn ku piştî encama DNA’yê nayê cara duyemîn ji  Amedê diçin Mêrdînê û wiha domand: “Tevî rêça tiliyan derket cenaze nedan. Em mijul kirin. Gotin sê hefte şûnde bên. Sê hefte şûnde em carek din çûn Mêrdînê. Dozger got DNA dereng çûye ATK’ê û  ji ber vê hîna encam derneketiye. Gotin biçin kengê me gazî we kir bên. Em dîsa sê heteyan sekinin. Me biryar da em li ber edliyê dest bi çalakiyê bikin. Em ji xwe her tim bi ATK’ê re di têkiliyê de bûn. Em her roj lê digeriyan. Em carek din çûn Mêrdînê û me got dosyayê lezgin bikin. Dozger daxwazname nivîsî û tevî dosya me amade bû bi mehan şûnde cenaze dan.”
 
‘Me serî li her derê da’
 
Aytenê wiha dawî lê anî: “Armanca wan êşkişandibû. Em 4 caran çûn Mêrdînê. Me gor zirayet dikir. Em li wan gieriyan. Herî dawî 22'yê midjarê de li me geriyan û gotin 24’ê Mijdarê de li vir bin. Em çûn me cenaze girt. Me dest ji têkoşîna xwe berneda. Me serî li ÎHD’ê da. Bila kes bê deng nemîne. Em deyndarên zarokên xwe ne. Divê em zarokên xwe bêxwedî nehêlin. Bila zorek wan hebe. Malbatên ku 6-7 sale cenazeyên xwe negirtine hene. Bila xwedî lê derkevin.”
 
‘Keça min ne bêkes e’
 
Dayika Emîne Kaplan, Dîlber Kaplan jî bi lêv kir ku beriya mirina keça xwe, ew di xewna xwe de dîtiye û got: “4 meh bû ji bo cenazeyê me têkoşîn dida. Em bi dehan carî ji Êlihê çûn Mêrdînê. Nexwestin hestiyên wan jî bidin me. Êş bi me didan kişandin. Em bi zarokên xwe serbilind in. Riya wan riya şerefe ye. Ez bi keça xwe serbilindim. Keça min ne bêxwedî ye. Ew li gora bêkesan deng kirin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbikoşîna wê bidomînim.”
 
‘Mirovan bi çekên kîmyewî dikujin’
 
Dîlberê destnîşan kir ku bi dayika Leylayê, Aytenê re diçû gora bêkesan û hewl didan gorên zarokên xwe bibînin û wiha got: “Me gor navbera xwe de parve kiribûn. Ez diçûm ser gorê û diaxivîn. Hinek dayik bi salane cenazeyên xwe nikarin bigirin. Ez heta sax bim ez ê şopdarê riya wan bim. Ez bi keça xwe serbilindim. Zarokên me bi çekên kîmyewî dikujin.”