Tulay Hatîmogullari: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • 20:15 28 Mijdar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari ku li Mêrdînê di hevdîtina gel de axivî, diyar kir ku qeyûmên ku şaredarî li ber gel girtine li şaredariyan "buroya diziyê" vekirine û got: "Em ê ya aîdê me car din bi dest bixin. Em ê li dijî vê zîhniyetê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllariyê ji bo hevdîtinan hat Mêrdînê. Hatîmogûllariyê li texma Siltan Şêxmûs ji aliyê rêveberên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Hatîmogûllariyê ji parlementerên HEDEP'ê û siyasetmedar Ahmet Turk jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin û piştî pêşwazîkirinê çû navçeya Qoserê. Hatîmogûllari ku li vir serdana gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz kir, ji bir jî tevlî hevdîtina gel a li avahiya partiya bajêr bû.