Li Amedê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 19:03 28 Mijdar 2023
  • Rojane
AMED - Li navçeya Çermûg a Amedê jina bi navê Cemîle Altinkiliç bi gûman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Çermûg a Amedê li taxa Aşagi Şeyhlar jina 57 salî Cemîle Altinkiliç ku ji bo êzingan derket derve hat îdiakirin ku hişê wê geriyaye, ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî îdiayan welatiyan dîtiye ku Cemîle bi ber avê ketiye û agahî dane ekîbên tenduristî, cenderme û şaredariya Çermûgê. Di encama lêkolîna hat kirin de cenazeya Cemîleyê hat dîtin.
 
Cenaze ji bo otopiyê rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.