Îmzekara 'Banga aştiyê' Seda Berzeg: Înîsiyatîf a Gelê Kurd e

  • 09:06 28 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Endama Lijneya Edîtoran a Rojnameya Jinepsê Seda Berzeg ku yek ji îmzekerên deklerasyona “Banga Aştiyê” ye, anî ziman ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi aştiya civakî heye û wiha got: “Însiyatîfa hilbijartina Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê di serî de di destê gelê Kurd de ye. Divê ji bilî gelê Kurd yên din jî rêzê li vê yekê bigirin. Rola sereke ya hemû gelên erdnîgariyê ye. Ez bang li hemû gelên ku ji bo aştiyê têdikoşin dikim û dibêjim, berpirsiyariya me hemûyan e ku em zêdetir ji bo demokrasiyê têbikoşin." 
 
Li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û ev zêdeyî 33 meh in agahî jê nayê girtin û rola wî ya di avakirina aştiyê de ji hemû pêkhateyan bertek tên.  Di 28’ê Cotmehê de li Stenbolê bi banga 78 îmzekarên deklerasyona “Banga Aştiyê” hat ragihandin. Di deklerasyona ku siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, nivîskar, rojnamevan, lîstikvan, rewşenbîr û gelek kes jî di nav de cih digirin de, hate destnîşankirin ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan dibê bi dawî bibe, azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin û hat gotin ku di çareseriya pirsgirêka kurda demokratîk de divê muhatap bê girtin.  
 
Endama Desteya Edîtoran a Rojnameya Jinepsê Seda Berzeg ku yek ji îmzekarên Deklerasyona"Banga Aştiyê" ye, ji JINNEWS'ê re nirxandin kir.
 
'Ji her demê bêhtir pêdivî bi aştiya civakî heye!'
 
Seda diyar kir ku wan îmzeya xwe dane deklerasyona ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiya civakî pêk bîne û got, aştî ji bo hemû gelan pêwîst e. Seda destnîşan kir ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi aştiya civakî heye û got ku li hemberî hemû polîtîkayên şer divê aştî pêk were. Seda wiha dewam kir, "Li şûna Polîtîkayên Şer û Tecrîdê Polîtîkaya Aşitî û Azadiyê li aliyê aştiyê û li dijî şer bûyîn prensîb e."
 
'Di her şert û mercî de divê em aştiyê biparêzin'
 
Seda, anî ziman ku helwesta gel a ji bo aştiyê li dijî şer ne girêdayî gelekî tenê ye û got, “Eger wisa bûya em ê bibûna netewperest. Eger em aştiyê diparêzin divê di her şert û mercî de parastina wê bikin. Parastina aştî û demokrasiyê ji bo hemû gelan xwedî girîngiyeke mezin e.  Polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê bûne sedema krîzeke aborî. Di encam zêdekirina bûtçeya şer de mirov tên kuştin. Yên ku di esasê xwe de alîgirê mirovatî û jiyanê ne, wê vê hewcedariyê hîs bikin. Mebest ew e k rêxistinên hemû beşên civakê di nav xwe de dihewînin vê pêdiviyê bizainbin." 
 
Rola sereke ya hemû gelan e!
 
Sedayê diyar kir ku di daxuyaniya “Banga Aştiyê” de peyama bingehîn aştî ye û got, “Şer ne tesaduf e û divê di her şert û mercî de aştî bê parastin. Çarenûsa daxuyaniyên ku ji bo yek erdnîgarî, yek gel, yek mexdûriyet têne dawîn wekî daxuyanî mayîn e. Li hemberî hemû polîtîkayên şer rola sereke ya gel e û ne tenê ya gelekî rola hemû gelên li ser erdnîgariyekê dijîn e. Berpirsiyariya me hemûyan  ku ji bo zêdetir demokrasiyê em têkoşînê bidin û divê hemû gel têbikoşin."
 
'Ji bo Abdullah Ocalan însiyatîf di serî de ya gelê Kurd e'
 
Seda girîngiya rola Rêberê PKK'ê ya ji bo avakirina aştiyê nirxand û got, "Însiyatîfa hilbijartina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê di serî de ya gelê Kurd e. Divê ji bilî gelê Kurd yên din jî rêzê li vê yekê bigirin. Demokrasî, wekhevî, azadiya gelan, wekheviya zayendî ne ya yek gelî, ne yek zayendî û ne jî ya yek çînekê ye. Divê li her derê, di bin her şert û mercî de bi her zimanî ji van daxwazan re destek bê dayîn. Gotina dawî ya daxwaza azadiyê ji bo rêberê gelan a gel bi xwe ye."