Pişt jiyaneke zahmet ber bi piştevaniya jinê ve

  • 09:02 28 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Xezal Heyv ku ji ber sedemên aborî dev ji xwendina xwe berda û di zarokatiya xwe de dest bi xebatê kir, niha li hemberî zehmetiyên jiyanê li qada piştevaniya jinê lê serdest e dixebite.
 
Li dijî polîtîkayên di malê de hepiskirina jinan îtîraza wan a herî girîng ew e ku li qada xebatê cih digirin. Jinên ku di serî de têkoşîna xwe bi dijberiya rola ku di nava civakê de li wan tê ferzkirin didi, bi rêxistinbûn û mezinkirina piştevaniya bi hev re nasnameya xwe ji nû de ava dikin. Xezal Heyv a 34 salî jî yek ji jinên ku piştî jiyaneke dijwar bi  hêza ku ji piteaniya jinê girtiye têkoşîna kedê dide ye. 
 
'Ji ber pirsgirêkên aborî min dev ji dibistanê berda'
 
Xezal a ku di 13-14 saliya xwe de ji ber zehmetiyên aborî dest bi kar kiriye, di nava 5 zarokên malbatê de ya herî mezin e. Xezalê ku di temenê xwe yê biçûk de hem dixebitî û hem jî perwerde didît piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest dide ji neçarî dest ji dibistanê berdide. Xezal a ku di temenê xwe yê biçûk de di karê tekstîlê de xebitiye  wiha got: “Nêzî 20 salan neçar bûm ku di sektora tekstîlê de bixebitim. Dem bi dem xeyala min a çûna dibistanê dihat bîra min. Min herdem xeyal dikir ku wê rojekê rewşa me baş bibe û ezê ji nû de biçim dibistanê dikir. Lê mixabin ev xeyala min bi tevahî pêk nehat, lê piştî demeke dirêj min xwe li lîseyeke ku bikaribim ji derve de bixwînim qeyd kir. . Ez hem xebitîm û hem jî min xwend."
 
'Li hemû cîhanê li jinan tundî tê kirin'
 
Xezalê da zanîn ku di jiyana xwe ya xebatê de gelek caran bi newekheviya zayendî re rûbirû maye û wiha got: “Ji ber ku ez jin im, gelek caran di nava kar de cudakarî li min hat kirin. Li gel ku em jin û mêr wekî hev dixebitîn jî mêran ji me zêdetir pere digirt. Her tim mûçeyê min ji mûçeyên mêran bi gavekê li paş dima. Saetên me yên xebatê pir dirêj bûn. Me dikaribû ji 2-3 hefteyan carekê betlane bikira. "Tevî ku me gelek hewl da jî, mêr serdest dihatin hesibandin. Di nava pergalê de tundî li jinan tê kirin û ev tundî ne tenê fizîkî y li hemû cîhanê tundiya li ser jinê gelek zêde ye."
 
'Me kooperatîfek ku cihêkarî lê nîne ava kir'
 
 
Xezalê destnîşan kir ku piştî 20 salan di tekstîlê de xebitî, 3 salan li Stenbolê perwerdeya modelîstiyê dîtiye, Xezalê piştî perwerdeyê hatiye Amedê. Xezalê anî ziman ku xeyala  wê bû ku bi xwişka xwe re kargehekê veke û wiha got: “Dema ku ez li Amedê bûm û li ser vê xeyalê dixebitim, min hevalek jin nas kir. Min hinekî jê re qala xeyala xwe kir. Ew jî bi pêşniyara karekî hatibû cem min. Bi rastî, pêşniyara karê wê bersiva xeyala min bû. Wê anî ziman ku ew dixwazin bi hev re bibin yek û kooperatîfeke jinan ava bikin. Ez bi vê yekê kêfxweş bûm.Me bi xwişka xwe û çend jinên din re li hev kir û kooperatîfek jinan ava kir ku tê  de tcudakarî nedihat kirin."
 
Berhemên orîjînal
 
Xezê a ku diyar kir qadeke wan a piştevaniya jinan heye wiha berdewam kir, "Piştevaniya jinan di her warî de cihê xebatê ku me bi jinan re ava kir, her tim li pêş e. Em hemû hurmetê ji fikrên hev re digirin, hevdû baştir fam dikin. Yek hêza xwe li ser ya din naceribîne, wekheviya hêzê pêk tê. Dema ku em hev guhdar dikin û karbeşiyê diin, berhemên baş derdikevin holê. "Em bi xwe wê hildiberînin, ji ber vê yekê berhemên orjînan derdikevin holê".
 
'Pirsgirêk ne zarokbûna min pirsgirêk jinbûna min bû'  
 
Xezalê anî ziman ku piştî avakirina kooperatîfê jî li hemberî wan nêzîkatiyên zayenperest çêbûne û wiha dirêjî da axaftina xwe," “Dema ku derdora me tê serdana me, bi taybetî jî mêr yekser hewl didin şîretan li me bikin, ji ber ku jinan qels dibînin. Her wiha dema ku min dest bi kar kir, bi rastî ez zarok bûm, lê kesî li aliyê min ê zaroka karker nenihêrî. Ji ber ku ez jin bûm, ji ber ku ez jin bûm xebata min dihat astengkirin. Di gotin, 'jin nikarin bixebitin û nikarin li ser lingê xwe bimînin.' Bi vê hişmendiyê nêzî min dibûn."
'Jin bi xebatê zextên civakê şikandin'
 
'Jin bi xebata xwe li dijî tundiyê sekinîn'
 
Xezalê diyar kir ku kesên bi gotinan hewl didan zilmê li wî bikin roj bi roj mecbûr man ku wê qebûl bikin û wiha got: “Dema ku min karê xwe berdewam kir, ez hinekî ji aliyê derdora xwe ve jî hatim qebûlkirin. Bi demê re dîtin ku jin dikarin bixebitin, li zarokan xwedî derkevin û li ser lingan xwe bisekinin. Ez dibêjim bi xebata ku em dikin û em bikin em dikarin hişmendiya civakê ya li hemberî xwe têk bibin."