ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 28 Mijdar 2023
  • Rojev
 
* Şêniyên ku li gundê Qereqoyê ya Îdirê dijîn, destnîşan kirin ku qeyran ne tenê bandorê li bajaran bandorê li gundan jî kiriye û gotin: "Hatiye rewşek wisa êdî tu kes nikare debara xwe ya rojane jî bike û em baş dizanin ku sedema vê qeyranê kî ye." BI DÎMEN
 
*Xezal Heyv ku ji ber sedemên aborî dev ji xwendina xwe berda û di zarokatiya xwe de dest bi xebatê kir, niha li hemberî zehmetiyên jiyanê li qada piştevaniya jinê lê serdest e dixebite. DÎMEN HEYE 
 
*Şêniyên gundê Qereqoyê yên Îdirê ku hewl didin bi çandinî û sewalkariyê debara xwe bikin diyar kirin ku krîza aborî ne tenê li bajaran, li gundan jî bi bandor bûye û êdî kes nikare tiştekî bikire. BI DÎMEN
 
*Endama Lijneya Edîtoran a Rojnameya Jinepsê Seda Berzeg ku yek ji îmzekerên deklerasyona “Banga Aştiyê” ye, anî ziman ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi aştiya civakî heye û wiha got: “Însiyatîfa hilbijartina Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê di serî de di destê gelê Kurd de ye. Divê ji bilî gelê Kurd yên din jî rêzê li vê yekê bigirin. Rola sereke ya hemû gelên erdnîgariyê ye. Ez bang li hemû gelên ku ji bo aştiyê têdikoşin dikim û dibêjim, berpirsiyariya me hemûyan e ku em zêdetir ji bo demokrasiyê têbikoşin."  
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçeci, bal kişand ser ser "Meşa Azadiyê" ya ber bi Gemlîkê û got: "Dê li dijî pergala ku tecrîdê li me ferz dike têkoşînek bê dayîn û ev têkoşin jî dê bi pêşengiya jinan pêk bê." BI DÎMEN