ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 27 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*ygul Bînîcî berhemên li mala xwe çêdike li Bazara Keda Jinê ya Şaredariya Sîlopiyê vekiriye, veguhert karê û diyar kir ku her çiqas tevlibûna qada kar wê kêfxweş bike jî qeyrana aborî bandorek mezin li ser wan dike. DÎMEN HEYE
 
*Roza Amed li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest da û 7 salan hestiyên wê radestê malbatê nehatin kirin. Hincet jî ‘di testan de nav tevlihev bûne’ hat gotin. Dayika Roza Amed, Azîze Goktekîn da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e. DÎMEN HEYE
 
*Ji bo gumanbar Mahmut Elen ku Arzu Elen qetil kir, ceza hat kêmkirin û di biryara hincetê de hat gotin ku helwesta rêzdar ya gumanbar a li hemberî dadgehê li ber çavan hatiye girtin û ceza ji ber vê hatiye kêmkirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama PM'ê ya DBP'ê  Nurten Uzumcu destnîşan kir ku li Êliha ku di salên 90’î de koçberiyek mezin girtiye, jin di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ne û got li dijî êrîşan yekane rê têkoşîna jinan a rêxistinkirî ye û divê ev têkoşîn bê mezinkirin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka CDK’ê Nurşen Nergîz pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî’ nirxand û got: “Min azadî, îrade û her tiştê xwe ji felsefeya Rêber Apo girt. Piştî min Rêber Apo xwend, min ew nas kir xwe xurt hîs kir.  Roj roja bilindkirina deng e. Heta em dengê serokatiyê nebihizin ji me re rehetî tune ye. Divê her kes di pêngavê de cih bigire.