'Em ê bi berxwedanê ji êrîşan re bibin bersîv'

  • 16:01 26 Mijdar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Di kongreya MEDBYA-DER’ê de beşdaran bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û wiha gotin: “Em ê bi berxwedanê bibin bersiva êrîşan.” 
 
Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) a Mêrdînê 2’yemîn Kongreya Asayî li eywaneke dawetê ya li navçeya Qoserê li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêma Demokratîk (DBP) û endamên Komeleya Mafên Mirovan (OHD) û Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), girtiyên siyasî yên piştî 30 salan hatin berdan, rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), endamên Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê, parlamenterên HEDEP’ê yên Mêrdînê û gelek welatî tev li kongreyê bûn. 
 
Xecê Oncu li ser navê dîwanê axivî û bal kişand ser îşkenceyên îktîdara dewleta tirk li ser cenazeyan dike. Xecê, da zanîn ku cenaze bi rojan li morgan tên girtin, li goristanên bêkesan tên veşartin û îşkence li wan tên kirin. Xecê, diyar kir ku ew ê li dijî vê bitêkoşin. 
 
'Em ê bi ser kevin'
 
Piştre jî Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Berîtanê, ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Her wiha îşkenceyeke mezin li ser girtiyên siyasî heye. Bi kargoyan cenazeyan didin malbatan. Êrişî goristanên me tên kirin. Herî dawî êrişî gora Ugur Kaymaz kirin. Em ê tu caran li dijî vê serî netewînin û dê bi berxwedana xwe bersivê bidin van êrişan. Em ê sedsala duyemîn a Peymana Lozanê ku hebûn, ziman û nasnameya me tê de hatiye înkarkirin, bi têkoşîna xwe têk bibin. Em ê birêxistinbûna xwe serkeftinê bi dest bixin.” 
 
Rêveberiya nû diyar bû
 
Piştre jî rêveberiya nû ya MEBYA-DER’ê hate diyarkirin. Gurbet Tekîn û Salih Kuday weke Hevserokên MEBYA-DER’ê yên nû hatin hilbijartin. Kesên din ên di rêveberiyê de cih girtin ev in: “Sîraç Kiliç, Şehnaz Demîrel, Velî Kesen, Gulçîn Erol, Hamît Gokdemîr, Sûltan Yuksel, Salih Temel, Mehmet Aktaş, Sîbel Demîrcan, Mûsa Bozdemîr, Aynûr Yildirim, Ramazan Araç, Fatma Yildiz, Nesih Aydemîr, Hîda Bora, Mehmet Ayaz û Sebha Tatli.” 
 
'Em ê têkoşînê bi hev re bidomînin’
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê yê nû Salih Kuday jî diyar kir ku dê têkoşîna xwe bi hev re bidomînin û ji bo jiholêrakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan divê gelê kurd di nava xwe de tifaq be. 
 
Hevserok Gurbet Tekîn jî wiha got: “Em ê bi saya birêxistiniya malbatan tecrîda li ser birêz Ocalan ji holê rakin û ber bi azadiyê ve bimeşin. Jin, jiyan, azadî.”