Ji bo Leyla Mistefa sersaxî xwestin

  • 13:54 26 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Hevseroka berê ya Meclîsa Gel a Reqayê Leyla Mistefa ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da peyamên sersaxiyê hatin weşandin.
 
Hevseroka berê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa 25'ê Mijdarê jiyana xwe ji dest da. Leyla Mistefa ya ku 12'ê Îlona 1988'an ji dayik bû, di sala 2017'an de piştî ku Reqa ji çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin, hevserokatî ji Meclîsa Sivîl a Reqayê re kir û heta sala 2022'an ev wezîfeya xwe dewam kir. Leyla Mistefa di sala 2021'ê de hêjayî Xelata Şaredara Cîhanê jî hatibû dîtin.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Leyla Mistefa peyama sersaxiyê weşand.
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di peyama weşand de wiha got: “Leyla Mistefa di oxira xurtkirina stûnên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya, ji bo serxistina tecrûbeyê û beşdarkirina hemû pêkhateyan di têkoşînê de ked da û erka xwe bê kêmasî pêk anî. Wê mohra xwe li xebatên jinûve avakirina Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê da û di aliyê navneteweyî de hat xelatkirin û wekî Şaredara Cîhanê ya sala 2021`an hat hilbijartin.
 
Têkoşer Leyla Mistefa li dû xwe mîrasekî mezin hişt û bû nimûneya kesayeta berpirs li hember xizmeta civak û gelê xwe bû, her wiha di xurtkirina têgeha hevserokatiyê de rol lîst.
 
Em sersaxiyê ji malbat û hevrêyên Leyla û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwazin.”
 
Meclîsa Kongra Star jî bi minasebeta wefata Leyla Mistefa peyameke sersaxiyê weşand.
 
Peyama Kongra Star wiha ye: “Bi xemgîniyeke mezin em sersaxiyê ji malbat û xizmên Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa re dixwazin. Rihma xwedê lê be, cihê wê bihuşt be û xwedê sebrê bide malbata wê. Leyla Mistefa ku hêjayî pênaseya Şaredara Cîhanê hat dîtin, ne jineke ji rêzê bû, lê belê sembola dilsozî û kedê û mînaka jina xwedî armanc bû.
 
Leyla li hember hemû astengiyan li ber xwe da. Nexasim piştî ku DAIŞ`ê xirabî li herêmê belav kir, wê di nava xebatên jinûve avakirina bajêr de cih girt û li hember çetya tundraw a DAIŞ`ê têkoşiya da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were. Carek din em sersaxiyê ji xwe, malbat û hevrêyên Leyla re dixwazin.”
 
Ji TEV DEM'ê jî peyama sersaxiyê
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) jî sersaxî ji bo Leylayê xwset wiha got: "Civaka me ya Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesayeta Kurd a welatparêz mamaoste, endazyar, hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ji dest da. Leyla Mistefa ya pêşengiya xebatên avakirina bajarê Reqayê dikir di temenê ciwantiyê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Leyla Mistefa yek ji stûnên avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Girê Spî û bajarê Reqayê bû. Leyla Mistefa ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad de roleke sereke ya civakî û siyasî di nava tevahî pêkhateyan de û jinan bi taybet de pêk anî.
 
Bi vê wesîleya bi êş, em sersaxiyê ji malbata Leyla Mistefa re dixwazin, ji xweda dixwazin ku wê di bihuşta xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wê."