Li Êrîvanê der barê 25'ê Mijdarê de cîvîn

  • 13:39 26 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Azad li Mala Kêmaran bi jinên Ermenî, Asûrî û Gurcî re têkildarî wateya 25'ê Mijdarê civînek hat lidarxistin.
 
 Li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Azad li Mala Kêmaran bi jinên Ermenî, Asûrî û Gurcî re têkildarî wateya 25'ê Mijdarê civînek hat lidarxistin. Berpirsên saziyên jinan û kesayetên cuda tevli civînê bûn û li ser têkoşîna jinan sînevîzyon hat nîşandan.
 
‘Jinên Kurd biryara xwe dane’
 
Daxuyaniya der barê 25’ê Mijdarê de ji aliyê endama Yekitiya Jinên Azad Lîanna Mihoyan ve hat xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de hemû jinên ku ji bo azadiya jinan têkoşiyane û canê xwe feda kirine bi rêzdarî hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Tundiya li ser jinan polîtîk e. Sîstema mêr dewletê ji pêşketina jinan ditirse naxwaze jin zana bibin û li hebûna xwe xwedî derkevin. Em wek Yekitiya Jinên Azad dibêjin na ji hemû cureyên tundiyê re. Ji bo ku em hemû cureyên tundî û neheqiya li ser me tê kirin qebûl nekin divê êşa hev hîs bikin, rêxistina xwe çêbikin û hêza parastina xwe ya rewa ava bikin. Wekî ku Rêber Apo sedsala 21’ê, bi gotinên sedsala jinê bi nav kir û got, ‘ez şervanê têkoşîna azadiya jinê me.’ Rêber Apo di oxira şoreşa azadiya jinan de gelek analîzan kir û projeyên civakî ava kirin. Rêber Apo got, ‘heta jin azad nebe, civak jî azad nebe.'
 
‘Êşa jinan yek e’
 
Em wek tevgera azadiyê ya jinên Kurd xwedî hêzêke gerdûnî ne. Îro li Rojava û li Kurdistanê bi pêşengiya jinan têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Jinên Kurd biryara xwe ya azadiya jinan dane. Ji bo me ferq nake jinên Kurd bin, Ermenî, Ukranî, Hind, Rus, Afgan, Tirk, Ereb, Fars, Ewropî bin. Êşa me jinan hemûyan yek e. Em bang li hemû jinan dikin ku destên xwe bidin hev xwe bi rêxistin bikin û li hemberî tundî û neheqiya ku li ser jinan te meşandin têbikoşin. Weke jinên li vir divê em tu carî jinên Şengalê ji bîr nekin. DAIŞ’ê ew birin û li bazaran firotin, heta niha jî bi sedan jin di destên çeteyan de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Pewîst e jin Anûşa Apetyan a ku bi rengekî hovane ji aliyê dewleta Azerbaycanê ve hate qetilkirin ji bîr nekin.”
 
Piştî xwendina daxuyaniyê ji saziya Neteweyên Yekbûyî, partiyên sivîl, parêzvanên mafên mirovan gelek jinên rewşenbîr û parlamenter jî der barê 25’ê Mijdarê de axivîn.