Kampanyaya Piştevaniya Mor a ji bo stargehan didome

  • 09:02 26 Mijdar 2023
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Kampanya îmzeyan ya Piştevaniya Mor ya li Îzmîrê ku daxwaza bila stargehên nû bên vekirin û bi rêxistinên jinan re hevkarî bêkirin, didome. Piştevaniya Mor di çarçoveya kampanya "Tu ne tenê ye piştevaniya Mor heye" li Îzmîrê kampanya îmzeyan a ji bo zêdekirina stargehan da destpêkirin û didome. 
 
Li Îzmîra ku 5 mîlyon nifûsa wê heye tenê 7 stargeh hene. Li cihekî ku 100 hezar nifûsa wê hebe divê stargeh jî hebe. Piştevaniya Mor bi daxwaza ku bila li navçeya herî qerebalix ya Konak û Karşiyaka stargeh bê vekirin kampan da destpêkirin. Îmzeyên çarçoveya kampanyayê de wê meha çile de teslîmê şaredariya bajarê mezin a Îzmîrê bê kirin. Wê di mijara stargehan de daxwaza hevparbûn şaredariyan bê kirin.
 
‘Daxwaza stargehan a ji bo Karşiyaka û Konakê’
 
Aktîvîsta Piştevaniya Mor Sehel Oto da zanîn ku li Îzmîrê ji 2 mîlyonî zêdetir jin dijîn û tenê 7 stargeh hene û wiha got: “Kapasîteya wan jî bi giştî 187 in. Bi taybet li Konak û Karşiyaka nifûs pir qerebalix e. Daxwaza me ev e ku li van deran stargeh bê vekirin. Em ê bi îmzeyan re biçin şaredariyan. Em ê der barê şert û mercên stargehên nû bên vekirin de bêjin bila bi rêxistinên jinan re jî parve bikin.”
 
‘Bila şert û mercên stargehan bên başkirin’
 
Sehelê, destnîşan kir ku dewleta ji Peymana Stenbolê derketiye kujerên jinan diparêzin û di berdewamiyê de wiha got: “Em her çiqas cîhanek bê stargeh bixwazin jî li dijî tundiyê gava yekemîn ya jinan diparêze ye. Ev cih cihên girîngin. Jin qe neb wê di ewlehiyê de bin. Keseke ku li stargehê dixebitî hat standê. Min şertên wir pirsîn. Got şert bi xof in. Her kes wisa dibêje. Şert û merc gelek xerabin. Divê şert û merc bên başkirin. Divê hejmar bên zêdekirin.”
 
Sehelê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di mijara vekirina stargehan de şaredarî hîn bêtir xwedî însiyatîfin lê zêde xwe nadin ber û banga berpirsyariyê li şaredarî û saziyên rayedar kir.