Li Şamê çalakiya 25′ê Mijdarê

  • 21:38 25 Mijdar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya bi dehan kes tevli bibûn ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.
 
Di çalakiyê de rêvebera Kongra Star a Şamê Berçem Yûsif dîroka ragihandina 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan vegot û got:"Di kesayeta her sê xwişkên Mîrebal de em tevahî jinên ku li hemberî zîhniyeta baviksalar a desthilatdar tê koşiyan û şehîd bûne, bi bîr tînin. Em silavên xwe yên germ ji ronakbîrê mezin, mîmarê azadiyê Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo girîngî da pirsgirêka jin û bi kurahî lêkolîn kir. Rêber Apo rêya jinan ronî kir û îsbat kir ku bêyî jinan civak û welatekî azad ava nabin û bêyî berxwedanê azadî nepêkan e."
 
Berçemê anî ziman ku ew ê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" li qadên têkoşînê bin û wiha pê de çû: "Yên jinan biçûk dixin, civak û mirovahiyê biçûk dixin, di encamê de nikare azadiyê bi dest bixe. Em dibêjin na ji kolekirina jinan re, na ji destdirêjî, lêdan, qetilkirin û heqaretkirin re. Qetilkirina jinan qetilkirina civak, welat û mirovahiyê ye. Em ê ji bo azadiya tevahî jinan bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê berdewam bikin."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.