Ji Serhedê bang kirin: Em ê têkoşînê mezin bikin

  • 19:39 25 Mijdar 2023
  • Rojane
WAN - Li Bajarên Serhedê bi wesîleya 25’ê mijdarê di çalakiyê pêk hatin de peyama bilindkirina têkoşîn û piştevaniyê hat dayîn.
 
Li gelek bajarên Serhedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî çalaki  pêk hatin. Di çalakiyên bi pêşengiya TJA’yê bi dirûşmeya ‘bi jin jiyan azadiyê berbi azadiyê ve’ hatin de balkişandin ser piştevaniya jinê. 
Agirî
 
Li Panos a Agiriyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Navenda Şêwirmendiya Jinan a Teşî daxuyanî hat dayîn. Gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de  Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zelal Yolmaz axivî û da zanîn ku  destkeftiya jinan Peymana Stenbolê ji aliyê serokomar ve hatiye feshkirin û got êrîşên li dijî jinan her diçin zêde dibin.
Zelalê her wiha daxuyakirin ku li dijÎ êrîşan hêrsa xwe rêxistin dikin û dest ji têkoşîna xwe bernadin.
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû. 
 
Mûş
 
Li Muşê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li avahiya HEDEP’ê sînevîzyonek hat nîşandan û piştî vê parlamentera HEDEP’ê ya Muşê Sumeyye Boz axivî û da zanîn ku dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cîhanê belav bûye  û balkişand ser girîngiya piştevaniya jinan a li dijî tundiyê. Sumeyyeyê peyama bilindkirina berxwedanê da. 
 
Bedlîs
 
Li navçeya Tetwanê pêkhateyên TJA’yê hatin gel hev û ji avahiya HEDEP’ê heta Yaşam AVM meşiyan. Jinan di meşe de dirûşmeyên ‘em natirsin, em bêdeng namînin û serî natewînin’ berz kirin. Jinan daxuyaniyek li wir dan û peyama bilindkirina têkoşînê dan.