Jinên Êzidî û Ereb li dijî tundiya mêr meşiyan

  • 17:06 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ û dirûşma, ‘Bi pêşengiya Jin Jiyan Azadî, jiyanê dihûnin û Êzidxanê ava dikin, meşeke girseyî li dijî tundiya mêr lidar xistin û peyama, “Heya her jinek di nava malê de rêxistin nekin, zana nekin û îradeya wê bihêz nekin,wê têkoşîna me dewam bike. Her jinek tevlî meşê jî bûye, peyama wê êdî desthilatdariyê qebûl neke dide.”
 
Îro, 25’ê Midarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ye. Bi armanca bilindkirina têkoşîna dijî tundiya mêr û desthilatê, îro bi sedan jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê, li bajarokê Sinûnê meşeke girseyî lidar xistin.
 
Meşa bi dirûşmeya, ‘Bi pêşengiya Jin Jiyan Azadî, jiyanê dihûnin û Êzdîxanê ava dikin’ saet 13.00’an li ber Meclisa Gel ya Sinûnê destpê kir, heya Çerxe Rêya Mam Zekî dewam kir. Di meşe de dirûşmeyên, ‘Jin Jiyane, Jiyanê Nekujin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin gotin. Wêneyên jinên rûbirûyê tundiya mêr û dewletê hatine yên bi nivîsa, ‘Stop’ hatin rakirin.
 
Li Çerxerêya Mam Zekî ya Sinûnê meşvan sekinîn û bi navê girseyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico daxuyaniyek da.
 
Riham Hico destpêkê jinên Êzidî yên di fermanê de bûne qurbanî bi bîr anî û got: “Heya niha 74 ferman hatine ser civaka me û qurbaniyên herî mezin jî jin bûne. Di fermana herî dawî de jî bihezaran jin hatin revandin fiortin. Ev tundî hîn jî li ser jinên Êzidî tê meşandin. Em ê weke jinên Êzidî li her dere li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin.”
 
Riham Hico da zanîn, jinên li tevlî meşê bûne peyama, wê êdî desthilatdariyê li ser xwe qebûl nakin didin û got: “Em weke jinên Êzidî di qada leşkeri, siyasî û civakî de şer bikin, heya em mafê civaka xwe mîsoger bikin. Em ê li dijî desthilatdariya mêr ya hezarî salan têbikoşî bikin. Êdî jinên ji bo azadiya xwe têkoşîn ne kêm in.”
 
Riham Hico got, ew serbilindin bi têkoşîna jin a li Şengalê û wiha got; “Pêwîst e em têkoşîna niha têkirin, mezintir bikin. Ji bo me jinên Şengalê her rojên me têkoşîna li dijî tundiyê ye. Heya em jinan azad nekin, her jinek rêxistin nekin, wê têkoşîna me ya dijî tundiyê dewam bike. Yek ji xebatên me yên esasî ewe ku em jinan rêxistin bikin, zana bikin û îradeya wê bihêz bikine. Em ê ji bo Şengaleke Xweser û jineke azad heya dawî din ava kar û xebatê de bin.’
 
Meş bi dirûşma, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.