MKG: Em ê li dijî zext û binçavkirinan serî netewînin

  • 16:59 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê derbarê binçavkirina rojnamegerên li Şirnexê çalakiya 25'ê Mijdarê dişopandin û hatin binçavkirin de diyar kir ku bila rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û wiha got:"Em ê wekî rojnameger serhildana jinên tevî astengiyan li gelek bajaran derketin qadan, bidin bihîstin. Em diyar dikin ku em ê wekî rojnameger li her derê bin. "
 
Îro li Şirnexê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan çalakî hat lidarxistin. Jinan xwestin bi minasebeta 25’ê Mijdarê bimeşin. Lê polîsan di çalakiyê de Nûçegîhana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn, Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgut û Omer Akin ên xwestin meşa jinan bişopînin, binçav kirin. Polîsan li dijî rojnamegeran tundî pêk anîn. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) derbarê mijarê de daxuyaniya nivîskî parve kir. MKG'ê di daxuyaniyê de got:"Em tînin ziman ku em ê li dijî astengî, zext û binçavkirinan serî netewînin, em dibêjin bila hevalên me yên hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan. "
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Îro bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê jin li her derê cîhanê daketin qadan û ji bo mafên xwe yên hatine bidestxistin li berxwe didin, lê belê ji aliyekî jî li dijî tundiya mêr dewletê dengê xwe bilind dikin. Hempîşeyên me yên ji bo dengê jinan ê bilind dibe bidin bihîstin derketin qadan dîsa bûn hedef. Nûçegîhana JINNEWS'ê Rozerîn Gultekin, nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Omer Akin dema çalakiya jinan dişopandin hatin binçavkirin. 
 
Em ê wekî rojnameger serhildana jinên tevî astengiyan li gelek bajaran derketin qadan, bidin bihîstin. Em diyar dikin ku em ê wekî rojnameger li her derê bin. Em tînin ziman ku em ê li dijî astengî, zext û binçavkirinan serî netewînin, em dibêjin bila hevalên me yên hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan. 
 
Rojnamegerî ne sûc e. 
 
PLATFORMA ROJNAMEGERÊN JIN MEZOPOTAMYAYÊ. "