Aqûbeta jinên hatine windakirin hat pirsîn

  • 16:42 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED -  ÎHD’ê û Xizmên Windayan vê hefteyê bi boneya 25’ê Mijdarê aqûbeta jinên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên nediyar hatine qetilkirin pirsîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 772’yemîn a çalakiya xwe de careke din li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî çalakiya vê hefteyê bi armanca pirsîna aqûbeta mirovên hatine windakirin û faîlên wan bên darizandin hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ser dinivîsî û wêneyên windakiriyan li ser hebû hate vekirin. Vê hefteyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navnetewî aqûbeta jinên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên nediyar hatine qetilkirin hate pirsîn. 
 
Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy, qala girîngiya têkoşîna jinan kir. Sûzan Aksoy, bertek nîşanî qedexekirina çalakiyên 25’ê Mijdarê da û destnîşan kir ku wê li dijî vê rewşê bi paş ve gavê neavêjin. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû jî wiha got: “Ditirsin ku rastî derkeve holê. Ji ber ku sûc kirin, zilm kirin. Kesên ji bo wekhevî, edalet û demokrasiyê têdikoşin wê tu car bi paş ve gavê neavêjin. Em dest ji daxwasza pirsîna aqûbeta windakiriyên xwe û darizandina faîlên wan bernadin. Heqîqet diyar e, her roj geştir dibe.”
  
Endama ÎHD’ê Esra Saçaklidir jî navên jinên hatine windakirin û çîrokên wan yek bi yek xwendin. Navên jinên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên nediyar hatine qetilkirin wiha ne: “Makbûle Okden, Bedriye Gumuş, Ayten Ozturk, Ridda Yavûz, Sedîka Dal, Hamîde Şarli, Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn, Lutfiye Kaçar, Gulînaz Tatû, Kadriye Tatû, Ayşenûr Şîmşek, Hatîce Şîmşek, Şukran Daş, Hatîce Atalay, Fahriye Mordenîz, Zozan Eren, Neslîhan Ûslû, Konca Kûrîş, Taybet Înan, Gulistan Dokû û Nagîhan Akarsel.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.