Ji bo 25'ê Mijdarê li Silêmaniyê meş

  • 15:16 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê RJAK li Silêmaniyê meşek li dar xist 
 
Li Silêmaniyê meşa ji bo 25’ê Mijdarê ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve hatiye organîzekirin, bi tevlîbûna gelek jinan û welatiyan dest pê kir.
 
Bi pêşengtiya RJAK’ê meşa girseyî ya di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de hatiye organîzekirin, li cadeya Salim a Silêmaniyê dest pê kir. Meş bi dirûşma “Li dijî reşkujiya jinan, bi felsefeya jin, jiyan, azadî wê têkoşîn berdewam be” ji cadeya Salim destpêkiriye wê heta ber Baxê Giştî berdewam bike.
 
Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Jin jiyane nekujin” hatin berzkirin.
 
Wê li ber Baxê Giştî daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.