Li Rojavayê Kurdistanê, jin li dijî tundiyê derketin qadan

  • 14:28 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛEÇYAN - Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran jin bi dirûşma “Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî” li qadan bûn. Ji qadan pêyamên mezinkirina têkoşîn û berxwedanê bilind bû.
 
Di 13’ê Mijdarê de ji aliyê Platforma Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jin a ji hemu sazî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava pêk tê, bernameya çalakiyên xwe yê ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê aşkere kiribûn. Di çarçoveya pêngava ku bi çalakiyên cûr be cûr ên mîna komxebat, perwerde, civîn û çalakiyên hûnerî berdewam kir de îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê – Rojava jin bi dirûşma “Li dijî her cûre tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî” li qadan bûn. Ji qadan pêyamên têkoşîna li dijî tundiyê û êrişên dagirkeriyê yê li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bû.
 
Qamişlo
 
Meş ji çarxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişlo bi dawî bû.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed bi boneya vê rojê wiha axivî: “Roja tundiya li ser jinê em bi têkoşîneke mezin bi bîr tînin. Li hember her cûreyên tûndî û dagirkeriyê careke din dibêjin jin jiyan azadî, ji ber tundî bi hemû cureyên xwe li ser jinan tê meşandin li gelek malbatan, di nav civakê de li qadên siyasî ku jinên pêşeng tên hedefgirtin, rêxistina jin tê hedefgirtin. Rêxistina jin ku pêşengtiya şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûryeyê kirine, jina ku li ser felsefeya jin jiyan azadî berxwedaneke bê hempa dide meşandin, felsefeya ku Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji me re daniye, bi navê hemû jinan ji vir hetanî Îmralî silav ji têkoşîna berxwedana Rêber Apo re dişînin.”
 
Remziye Mihemed wiha domand: “Îro em li vê qadê ne lê her roj, rojê me yê têkoşînê ne ta ku em xwe bigêjin azadiyê, ji bo ku em karibin weke jin rêxistinê xurt bikin bi tevahî pêkhateyê xwe, xwedî îrade û rêxistin bin. Di nav qadên dagirkeriyê dagirkeriyê hilweşînin. Herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Bi felsefeya jin jiyan azadî, bi îlhama şoreşa Rojava serhildana Rojhilatê Kurdistanê berî du salan serhildana jin jiyan azadî pê ket ku niha li tevahî cîhanê belav bûye. Dîsa bi destê jina dest pê kiriye û bi destê jina wê şoreş bi ser bikeve. Gerek em wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em têkoşîna xwe hîn bêhtir xurt bikin ta ku em bighêjin azadiya Rêber Apo û bi azadiya wî re hemû civak û jinan azad bikin.”
 
Meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
 
Kobanê
 
Rêxistina Kongra Star bi wesîleya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji 14’ê Mijdarê de dest bi rêzeçalakiyên li ser asta herêma Firatê kirin ku îro bi meşeke girseyî hatin bidawîkirin.
 
Meşa ku bi dirûşmeya “li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê jin, jiyan, azadî” hatibû birêxistinkirin, di nav de bi sedan jin, Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, ciwan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl amede bûn. Meş bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “na ji tundiyê re” ji qada şehîd Egîd destpê kir û li qada Jina Azad rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, endama kordînesyona Kongreya Star Macîde Hesûn axivî.
 
‘Azadî û rizgariya jinê bi Serok re pêkan e’
 
Macîde Hesûn wiha got: “Di vê boneya cîhanî de, bangawaziya me ji bo hemû jinên xebatê ji bo azadî û mafê jin dikin heye ku em bi hev re bi bîrdoziya Rêber Apo têbikoşin. Divê em weke jin bi felsefeya jin, jiyan, azadî deng û rengê xwe bidin şoreşa jin û em bi hev re mayîde bikin. Peyama me ji bo kesên tundiyê li ser jin dimeşînin ango jinan di komkujî û qirkirinan re derbas dikin heye, heta ku rêxistin û têkoşîna jin hebe hûn ê nikaribin tundiyê bimeşînin û ziyanan bigihînin jinan. Em ê her tim li ser piyan bin û li qadên têkoşînê bin, her wisa dê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî bibe parçeyek sereke ji têkoşîna me ku em hemû jî dizanin azadî û rizgariya jinê bi Serok re pêkan e.”
 
Herî dawî Tevgera Hîlala Zêrîn şanoyek li ser tundiyê û bandora wê li ser civakê pêşkêş kir.
 
Jinên beşdarî meşê bibûn, helwest û peyama xwe wiha parve kirin.
 
‘Êdî ev hêza me ya têkoşînê heye’
 
Rêveberiya Qada Civakî ya Kongreya Star Hêvîn Miho wiha got: “Me ji bo vê rojê çalakiyên cur be cur bi rêxistin kir ku roja dawî meşa giştî ye. Bê guman ev nayê wateya rawestandina têkoşîna li dijî tundî û êrîşên li ser jin, heta ku jinek rû bi rû yê tundiyê were dê têkoşîna me berdewam bike. Ji xwe armanc û peyama me ya ji vê meşê jî ew e ku em ê weke jin rojane li ser piyan bin û kesên tunekar û dagirker ceza  bikin. Êdî ev hêza me ya têkoşînê heye ku me weke jin bi şoreşa re têkoşîna bê dawî da destpêkirin, em weke Kongreya Star jî parçeyek ji vê şoreşê ne ku em ê xwedî li hemû jinan derkevin. Her wisa em ê li hember êrîş û hedefgirtina dewleta tirk ji pêşengên jin re, bibin bersiv. Sekna me ya di meşê de jî di heman demê de li hember dagirkeriya dewleta tirk ku em diyar bikin têkoşîna jin berdewam e.”
 
‘Civaka me bi tundiyê re rêgezên îslamî binpê dike’
 
Her wiha endama boruya jinê ya saziya Ol û Bawerî Zergê Mislim bal kişand ser rewşa jinê ya di nava ola Îslamî de û wiha got: “Mixabin ku civaka me jinan weke amûreke zayendî, zarokanîn, ya xizmetê, mejîkêm û mulk digirin dest. Xwedayê yezdan dibêje ku me hemû mirov hebûneke wekhev afirandiye. Ev gotin jî tê wateya ku cudabûna di navber jin û mêr de tune ye ku zilam mafê xwe dibînin tundiyê li jinan bikin. Di pirtûka pîroz de û ji aliyê hezretî Mihemed jî hatiye gotin ku divê mafê jinan rast were dayîn û nirxê wê were parastin. Heta di pirtûka pîroz de gelek suretên jinan hene ku weke ya Meryem û ya jin, lê me tu suretên bi navê zilaman nedîtin û tune ne. Heger mirov li gor rêgezên ola îslamî biçin, ez bawer dikim ku dê tundî li hember jinan neyê kirin. Rast e hîn mijar li jinan hatine ferzkirin, lê dîsa jî hilbijartin ya jin e ku bike yan na.”
 
Şehba
 
Bi dirûşmeya "Li dijî her cureyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî" Kongra Star a Efrîn-Şehbayê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê meşiyan. Meş bi beşdariya koçberên Efrîn û miletê Şehbayê ji destpêka navçeya Ehdas heya dibistana navçeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jinên têkoşer ên jiyana xwe ji dest dane, her wiha pankertên bi nivîsên "Bi jin jiyan azadî re, ber bi şoreşa jinê ve", "Tundiya li dijî jinê sûc e", "Na ji qetilkirina jinan re" hatin hildan.
 
‘Em ê berxwedana xwe berdewam bikin’
 
Meşa ku bi beşdariya hezaran jinan vegeriya mitîngê. Piştre Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Efrîn-Şehbayê Sureya Mustafa axivî û got: "Îro gelê Efrîn û Şehbayê bi coşek mezin berê xwe dane kolanan û li dijî tundiya ser jinê serî hildidin. Ev berxwedanî û îsrara ku tê meşandin bersiva herî xurt ji hêzên desthilatdar ên ku tundiyê li ser jin û civakê bi giştî dimeşînin re ye. Heya ku vê sîstemê hildiweşînin li dijî her cureyên tundiyê û îşkenceyê em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Heya vê kêliyê em li ser berhemên ku jinan di civaka xwezayî de daye destpêkirin, em dijîn. Ji bo ku ev berhem binpê bikin sîstemên desthilatdar hezaran salan vê tundiyê li ser civakê didin meşandin. Em dibînin tundiya herî giran li se Rêber Apo di zîndanên Îmraliyê de tê meşandin. Lê bi îrade û berxwedana gelan wê ev tundî ji holê bê rakirin û em ê Rêber Apo fîzîkî azad bikin."
 
Meş bi dirûşmeya "Jin, Jiyan,Azadî" bi dawî bû.
 
Reqa
 
Li Reqayê jî bi sedan jin û endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, partiyên siyasî, tevahî saziyên sivîl, leşkerî yên bajêr tevlî meşê bûn ku ji aliyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya ve hate lidarxistin.
 
Jin ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê heta Qada Jina Azad meşiyan. Li qadê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ev axaftin kir: “Ev qad, şahidê gelek sûcên DAIŞ'ê yên li dijî jinan e. Her sal wek îro em soza xwe ji tevahî jinan re nû dikin ku têkoşîna me berdewam e ta ku tevahî jin rizgar bikin.”
 
Piştî ku axaftin bi dawî bû, parka bi navê “Qada Jina Azad” hat vekirin.
 
Minbic
 
Li Minbicê jî, bi sedan şênî ji Çerxerêya Mîzan ber bi çerxerêya El Meseb ve meşiyan. Li ber çerxerêyê, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya daxuyaniyek xwend.
 
Di daxuyaniyê de, berxwedana jinan li herêmên dagirkirî û li hember sûcên dewleta tirk û komên girêdayî wê hate silavkirin.
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin taybetmendiya jinan li herêmê ku berpirsariyê radikin, cihê xwe li tevahî qadan digirin û hate diyarkirin ku jinên herêmê bi pêşengiya şoreşê, ji jinên li cîhanê re bûne mînak.
 
Hesekê
 
Li kantona Hesekê jî bi sedan jin û şêniyên kantonê ji pêşiya Çarxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê dest bi meşê kir. Meş li sûka navendî ya bajêr veguherî mitîngê.
 
Jinên ji pêkhateyên cuda bi cil û bergên xwe yên neteweyî meşiyan.
 
Li sûka navendî bi navê Koordînasyona Kongra Star berdevka koordînasyonê Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser girîngiya vê rojê, hêz û hevgirtina jinan li hember tundiya li ser wan tê kirin.
 
Rîhan got: “Kombûna me li vir û hevgirtina me ya li gorî baweriya bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, hêza jinên Rojava û berxwedana wan ku dê bi îradeya jinan bi ser bikeve nîşan dide.”
 
Rîhan anî ziman ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûryieyê bi hemû pêkhateyên xw dacetine qadan û wiha domand: “Ev yek ji tevahî cîhanê re berxwedan û hevgirtina gelên herêmê li hember pergalên ku tundiyê li dijî jinan dimeşînin, nîşna dide.”
 
Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê jî axaftinek kir û îşaret bi girîngiya yekitiya jinan di têkoşîna li hember zihniyeta baviksalar û hemû rengên tundiyê kir. Vîviyan diyar kir ku Şoreşa Rojava îradeya hemû jinên ku doza azadiya xwe dikin û hewl didin rê li tundiyê bigirin, temsîl dike.”
 
Piştî axaftinan, koma Tevgera Hîlala Zêrîn a Hesekê şanoyek têkildarî binpêkirinên mafên jinan pêşkêş kir.
 
Dêrazor
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Dêrazorê çalakiyên ku di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de dest pê kiriye, îro bi meşekê bi dawî kir. Gelek şêniyên herêmê û rûspiyên wê tev li meşê bûn.
 
Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest pê kir û li Çerxerêya Kargehan rawestî û veguherî mîtîngê.
 
Di mîtîngê de, bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiya, endama kombûnê Îxlas El Ehmed daxuyaniyek xwend. Hate diyarkirin bi derketina desthilatê re jin ji cewhera xwe hatin dûrxistin û bi tundiyê serî tewandin.
 
Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku jin li herêmê bi rêya mekanîzmaya xebatên xwe hewl didin ji koletiyê xilas bibin û jin wekî berê bikin jêdera hêzê û bingeha jiyanê.
 
Bang li jinan hat kirin ku serî netewînin, ji ber ku birêxistinbûna jinan alternatîfa pergala zordest e û çalakiyên îro li dar ketine, bersiva tevahî cureyên tundiyê ye.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin li hember sûcên li dijî jinan tên kirin û ji bo parastina azadiya jinan, têkoşîn berdewam e.