Li Amedê di salekê de hezar û 499 serlêdanên tundiyê

  • 13:43 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ragihand ku di nava salekê de li Amedê hezar û 499 serlêdanên şîdetê hatine kirin.
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê rapora ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de amade kiriye eşkere kir. Pêkhateyên torê beşdarî daxuyaniyê bûn, metna çapemeniyê ya raporê ji aliyê parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Halîse Dakali ve hat xwendin û bîlanço jî ji aliyê endama Lijneyê di heman demê de Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin. 
 
Halîse, anî ziman ku şîdeta li ser jinê her sal zêde dibe û da zanîn ku polîtîkaya bêcezakirinê ya ji aliyê dewletê ve tê meşandin, bi hêzkirina mêran didome. Halîse, destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê qetlîamên li ser jinan gihiştine asta qirkirinê û got: "Bi polîtîkayên ku em jê re dibêjin 'polîtîkaya şerê taybet', li herêmê tundî û qetlîamên li ser jinan derketiye asteke girantir. Di encama van polîtîkayan de li piraniya bajarên herêmê fuhûş û tiryakê zêde dibin û ev polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji bo lawazkirina civakê tên meşandin, weke parçeyekî şerê taybet e."
 
Piştî daxuyaniyê Ezgî Sila Demir daneyên torê aşkera kir û wiha got: "Li gorî daneyên Komeleya Jinan a Rosayê, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komîsyona Mafên LGBTÎ+, Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê yên di navbera 20'ê Mijdara 2022'yan  20'ê Mijdara 2023'yan hatiye girtin. Her wiha ji hêla Komîsyona Jinan a OHD'ê, Meclîsa jinan a KESK'ê ya Amedê, Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê, Komîsyona jinan a Odeya Tabîban a Amedê û DAKAH-DER'ê ve hatiye nirxandin. Li gorî raporên pêkhateyan, tespît, nirxandin û çavdariyên ku hatine girtin li Amedê di navbera wan dîrokan de hezar û 499 serlêdan hatine kirin."
 
Piştî daxuyaniyê Ezgî bal kişad ser cureyên şîdetê, daxwaz û pêşniyarên pêkhateyên torê anî ziman.