'Em ê sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinan'

  • 11:46 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordinasyona Kongra Star da zanîn li hember tundî û dagirkeriyê bi şiyara jin jiyan azadî têkoşîna jinan wê dagirkerî û tundîyê têk bibe û jinên li çar aliyên cîhanê ku ji bo azadiyê têkoşin dikin silav kir.
 
Koordinasyona Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Em têkoşîna xwişkên Mîrabal di şaxsê Şehîd Şervin Serdar, Şehîd Zeyneb Seroxan, Şehîd Yusra Derwêş, Şehîd Lîman Şiwêş, û Şehîd Roşna Agit hemû jinên şoreşger ên ku jiyana xwe ji bo tekoşîna azadiyê ji dest dan bi bîr tînin."
 
Îsal em 25'ê Mijdarê di bin siya şerên ku ji hêla feraseta mêr a serdest tên meşandin pêşwazi dikin.  Weke Kongra Star û rêxistinên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi şîara “Li hember Tundî û Dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî!” pêşwaziya 25’ê Mijdarê dikin û soza bilindkirina têkoşîna xwe didin. Şideta li hember jinê, wek hemû cureyên şidetê ji mêtingeriyê bigire heta dagirkeriyê, ji koletiyê bigire heta qetlîaman, ji hişmendiya baviksalarî û bindestkirina jinê çavkaniya xwe digire. Şerên dagirkeriyê çi li Mayanmar be, li Filistîn, li Qerebax, Afghanistan an Kurdistanê be, xerakirina xwezayî, komkujî, koçberî û taybet qirkirina jinan li gel dide ferz kirin. Şerên dagirkeriyê her tim şerên li hember jinê ye. Li dijî vê divê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê û li dijî tundiya baviksalarî kêleka hevdu bê meşandin û bilind kirin.
 
Nakokî, şer û pevçûnên ku roja me ya îro di gelek waran de pêşdikevin çarek din ber cava radixin ku tundiya hember jinan ne tenê di malbat û civak sînordar dimîne ji hêla hişmendiya netewdeweltan tê teşwîq kirin û parastin û ji wê zêdetir ji netewdeweltan bixwe tundî hember jin didin meşandin, çi li Kurdistanê, li Filistîn, Mexîka, Hindistan an çi li Afghnaistan be. Bi teybet bi dagirkeriyê re em vê yekê dibînin û jiyan dikin. Dagirkeriyê bixwe tundiye û dagirkerî bi heman zihniyeta baviksalarî ya tecawizê tê kirin. Di encama dagirkeriyê de dîsa jin herî zêde rastî her cureyê şîdetê û bi taybet şîdeta zayendî tê. Jinên di heremên dagirkirî a li Rojava wek li Afrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de her roj rastî tundiya dagirkeriyê tên.
 
Êrîşên ji hêla pergala baviksalarî ku di asta şerê sîstematîk de tê meşandin dide xuyakirin ku dewletên serdest ên mêr ji serkeftina şoreşa jinê ditirsin. Me ev rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît ku zêdetirî 11 sal berê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî me şoreşa jinê da destpêkirin. Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê wateya ku ji bo azadkirina jiyanê hewceyê bi pêşengiya jinê xwedî hişmendiyeke azad, rêxistinbûna xweser û hêza xweparastinê ye. Şoreşa jinê ku me li vir da destpêkirin bi taybet di bin êrîşên dewleta faşîst a tirk de ye. Deweleta tirk şerekî taybet da destpêkirin ji bo qirkirina jinên siyasî û rêxistinkirî ku pêşengên gelê xwe û avakirina pergalek demokratik in. Bi şerê dron bi dehan rêhevalên me ku di parastina xaka xwe ya ji aliyê leşkerî, civakî û siyasî de cihê xwe girtin hatin şehîdxistin. Hemû cureyên tundiya li ser jinê êrîşek li ser şoreşa jinê ye. Parastina şoreşa jinê tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûna jinê. Ji bo parastina şoreşa jinê divê em têkoşînek bêhempa û radikal bidin meşandin. Ji ber wek jin em pêşengên vê têkoşînê ne, ku ser şopa Şehîdan dimeşin ku jiyana xwe ji bo azadiyê ji dest dan. Em têkoşîna xwe ji bo jiyana azad ku em di ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan de dibînin bi israr berdewam dikin.
 
Ev hişmendî di çar aliyên cîhanê de her zêdetir dibe û şerekî taybet bi tundiya piskolojik û fîziki li hember mêr jî û bedenê jinan dimeşîne. Li hember wê divê têkoşîna me di seranserê cîhanê li hember hişmendiya baviksalarî û netew dewlet ku wê hişmendî kiriye pergala xwe û wê hişmendiya zilamê serdest kûr dike were meşandin. Ser wê esasê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di berxwedana li dijî baviksalariyê de cihê xwe bigirin û xwe li herêmê û navneteweyî bi rêxistin bikin. Divê jinek jî bê rêxistin nemîne, ji ber ku têkoşîna îro pêwîstiya me hemûyan e  ji bo jiyanek azad.
 
Ji bo hilweşandina pergala baviksalarî, em ê li dijî her cure tundiya li ser jinê û zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” em ê konfederalîzma jinên cîhanê ava bikin û sedsala xwe bikin serdema azadiya jinê!
 
Ji Rojava heta Rojhilata Navîn û heta hemû cîhanê em ê bi pêşengiya jin, bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya xweparastinê re sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinan.