MKG'ê peyama piştevaniyê ya 25'ê Mijdarê parve kir

  • 10:45 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê bi munasebeta 25'ê Mijdarê li ser rûpelê xwe yê twittirê yê medyaya dîjîtal peyama piştevaniyê ya bi jinan re parve kir. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê li ser rûpelê xwe yê twittirê yê medyaya dîjîtal peyama piştevaniyê ya bi jinan re parve kir. MKG'ê di peyama xwe de bal kişand ser piştevaniya bi jinên rojnameger ên di girtîgehan de. 
 
'Em hewl didin vê rojê bi pênûsa xwe hîn xurt pêşwazî bikin'
 
MKG'ê da zanîn ew wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)  bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, hêvî dikin ku piştevaniya bi jinan re ya li her qadên jiyanê xurtir bibe û got:"Em jî hewl didin vê rojê bi pênûsa xwe hîn xurt pêşwazî bikin û bibin dengê jinên li qadan. Em di vê rojê de piştevaniya bi hempîşeyên xwe yên di girtîgehan de dewam dikin. "