Dadgeh, gumanbar û parêzer wek hev parastinê dikin

  • 09:08 25 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Parêzer Sena Yazibagli diyar kir ku di dozên qetilkirina jinan de helwesta heyeta dadgehê, gumanbar û parêzerên gumanbar wek hev in û got: “Li cihê ku bêcezabûn hebe bêguman wê edelet jî tunebe. Em ê hem di qada hiqûq hem jî li kolanan têkoşînê bidomînin.
 
Jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin û li kolanan têdikoşin. Yek ji qadên ku jin li dijî wê têdikoşe nêzîkatiya darazê ya gumanbaran bê ceza dihêle ye. Parêzer Sena Yazibagli der barê mijarê de axivî.
Parastin dişibin hev 
 
Senayê, destnîşan kir ku li dadgeha parastinên gumanbaran dişibin hev û wiha vegot: “Wekê ku lihev kirine û parastina hevpar didin. Di kuştinên jinan de mijar ji cihekî cuda pêş nakeve. Her tim wek heman tiştin. Namûs, şeref, hasiyet mijar agotinê ye. Mêr mêrantiya xwe mezin dikin û van tiştan dikin hincet. Sûc tu carê qebûl nakin.”
 
‘Parêzer jî di heman nêzîkatiyê de ne’
 
Senayê daxuyakirin ku parêzerên gumanbaran jî dişibin hev û ji doza Şûle Çet mînak da û got: “Parêzerê gumanbar got ‘Çi karê wê di wê saetê de bi mêran re heye’. Mudafiya parêzer derket derveyê armanca xwe. Îro nokteya em lê ne, bedenên giran hatin dayîn, qezencên me hene. Lê hîna rolên zayeta civakî nehatine rakirin. Her wiha helwesta dadgehan jî di dozên qetilkirina jinan de wekhev in. Di heman nokteyê de ne.”
 
‘Ji vê pergalê edelet dernayê’
 
Senayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku biryarê ji dadgehê derdikevin divê tekabulê cihekî tatmînkar a ji bo her kesî bike û got: “Em jî di vê mijarê de hewl didin dengê wijdana civakê bidin nîşandan. Gotin tenê çareseriyê naynin. Ji qestî kes kuştin cezayê wê muebte. Ev mirov dizanin ku dema ku mirovekî dikujin çi ceza digirin. Lê parastina xwe jî dizanin, dibêjin ‘min şerefa xwe xilas kir’. Ev ji bo wan ligel cezayê girtîgehê qet ne tişteke. Ji ber vê jî divê pergala cezakirinê de edelet ne pêkane. Ji vê pergalê edelet nayê.”
 
'Ji bo aramiyê li kolanan têkoşin'
 
Senayê daxuyakirin kuji bo pêşî girtina vê divê her tişt ji asta dibistanan dest pê  bike û got: “Divê dersên zayenda civakî bikevin mufredatan. Di fakulteyên hiqûqê de pirsgirêk hene. Divê müfredata wir bê guhertin. Em ê li dijî vê hem di qada hiqûqê de hem jî kolanan têkoşîna xwe bidin meşandin. Ji bo aştî û aramamiyê divê em têbikoşin li kolanan bin.”