ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 25 Mijdar 2023
  • Rojev
 
* Jinart Huner di çarçoveya 26’ê Mijdarê de wê dengbêjin jin derxin ser dikê. Konsera wê di 26’ê Mijdarê de pêk bê 5 dengbêjin jin wê derkevin ser dikê. DÎMEN HEYE
 
* Jinên li Helebê têkildarî 25'ê Mijdarê diyar kirin ku wan hêz û îradeya xwe ji Şoreşa Rojava girtine û li dijî tundiyê li berxwe didin. Jinan gotin 25'ê Mijdarê ji bo wan çavkaniya hêzê ye û gotin:"Divê em ne tenê di 25'ê Mijdarê de serî hildin û têkoşîna li dijî tundiyê nû bikin. Divê her roj em li hember şideta li ser jinan derkevin, ji ber ku îro şidet ji hemî aliyan ve li ser jinan tê meşandin ." DÎMEN HEYE
 
* Çaglar Demîrel a TJA'yî bal kişand ser kampanya "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" ku dest pê kirine û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê û got ku ew ê li dijî tundiya li ser jinê û tecrîdê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê de li qadan bin. BI DÎMEN
 
* Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di peyama ku ji girtîgehê şand de wiha got: “25’ê Mijdarê de em ê bi awayekî fîzîkî ne ligel hev bin. Lê Em bi dil, têkoşîn û hişmendiya xwe ligel we ne. Tevî hemû zextan ji derve û hundir têkoşîna jinan didome.”
 
* Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, li gorî çeteleya 10 mehan a ajansa me 287 jin hatine qetilkirin û 183 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ
 
* Parêzer Sena Yazibagli diyar kir ku di dozên qetilkirina jinan de helwesta heyeta dadgehê, gumanbar û parêzerên gumanbar wekhevin û got: “Li cihê ku bêcezabûn hebe bêguman wê edelet jî tunebe. Em ê hem di qada hiqûq hem jî li kolanan têkoşînê bidomînin. BI DÎMEN