‘Em ê bi têkoşîna xwe bibin qadan’

  • 20:19 24 Mijdar 2023
  • Rojane
WAN - Meclîsa Jinan a Keskê ya Wanê çarçoveya 25’ê Mijdarê de daxuyanî da û diyar kir ku li her derê cîhanê li hember jinan polîtîkayên dijminê jinê zêde bûne û wê serhildana xwe di 25’ê Mijdarê de bibin qadan.
 
Meclîsa Jinan a Keskê ya Wanê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li navçeya Rêya Armuşê ya Wanê li ber Perîvan AVM  daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Şaxa ÎHD’a Wanê û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan hevseroka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt daxuyanî xwend. Fundayê di daxuyaniyê de diyar kir ku polîtîkayên dijminê jinê li her derê zêde bûne û got: “Em di 25’ê Mijdarê de li dijî krîza aborî, li dijî polîtîkayên dijminê jinê , ji bo parastina maf û jiyana xwe dengê xwe li qadan bilind dikin. Em ê serhildana xwe bibin qadan.”
 
Fundayê her wiha diyar kir ku di encama têkoşîna ku bi salane tê dayîn de destekfetiyên girîng bidestxistine û yek ji van Peymana Stnebolê bûye û got: “Peymana ku jiyana me diparast di şevekê de ji aliyê zîhniyesta serdest ya mêr ve hat feshkirin. Niha jî 6284 dikin hedef.Lê em li dijî van dibêjin ku em hebûn û em ê het im hebin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.