Meclîsa Jinan a DBP'ê: Em ê bi ser kevin

  • 16:35 24 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û got: "Ji bo em ji malan heta fabrîkeyan, ji zindanan heta kolanan li her qadê têkoşîna jinan geş bikin, em ê li vir bin. Wê jin bi ser kevin!"
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser têkoşîna jinan. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li çar aliyên dinyayê jinan feyz ji têkoşîna xwişkên Mîrabel girtin ku xwişkên Mîrabel 62 sal berê li dijî dîktatoriya Trûjîllo têdikoşiyan. Jin di 25’ê Mijdarê de li kolanan, li qadan û meydanan li dijî şîddeta mêr-dewletê têdikoşin. Wekî navê wan têkoşîna xwişkên Mîrabel jî pêl bi pêl mezin dibe, didome û xwe digihîne hemû jinên ku li azadiyê digerin. 
 
Modernîteya kapîtalîst a ku 62 sal berê dîktatoriya Trûjîllo ava kir, îro di nav krîzeke mezin de dijî û bi zordestiya li ser jin û bedena wê, dixwaze hebûna xwe bidomîne. Ev pergal bi aliyên xwe yên fîzîkî, psîkolojîk, ekonomîk û sosyolojîk re, ji bo ku jin tevlî nav jiyanê nebe û jin nikaribe jiyanê ava bike, şîddetê wekî amûrekê bi kar tîne. 
 
Bi taybetî li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet jinan dike hedefa çeteyên tecawizkar û tiryakkêş. Ji ser bedena jinê, li dijî gelê Kurd polîtîkayeke qirkirinê bi rê ve dibe. Li gelek cihên ku ev polîtîkayên taybet lê tê jiyîn, ligel ku tê zanîn polîs, cendirme û cerdevan jî tevlî van tiştan dibin, bi qestî polîtîkaya cezanebirînê tê pêkanîn û hiqûqê jî dikin amûreke polîtîkaya şerê taybet. Ev cezanebirîn tê wateya ku li Kurdistanê her cure şîddeta li dijî jin û zarokan ji aliyê dewleta mêr ve tê teşwîqkirin.
 
Tê xwestin xeta têkoşîna ku jinên Kurd li hemberî van polîtîkayên dijminatiya Kurdan û jinan dimeşîne jî, bi her rêyê were texrîbkirin. Qeyyûmên vê feraseta mêrserwer a ku naxwaze jinên ciwan ji xeynî zewacê jiyaneke din bijî û dixwaze jinan ji nasnameya wê ya nav malbatê veqetîne, beriya her tiştî êrîşî saziyên jinan ên li şaredariyan kir, li ser midûriyetên jinan mêr peywirdar kirin û dixwazin pêşiya têkoşîna me bigirin. 
 
Heta îro jî gel û jinan dev ji têkoşîna xwe bernedan û bi tecrîdkirina vîna gel û jinan, tê xwestin ku meşa azadiyê were astengkirin. Polîtîkaya tecrîda mutleq a ku li Îmraliyê li ser rêzdar Abdullah Ocalan tê meşandin, îro li tevahiya civakê belav bûye. Yên ku herî zêde bandora vê tecrîdê hîs dikin jin in. Feraseta mêrserwer a ku dixwaze bajaran bi qeyyûman û siyasetmedaran bi dozên kûmpasê tecrîd bike, dizane ku têkoşîna jinan ji bo wê xetereyeke mezin ava dike. Ji ber van sedeman hevrêyên me tên dîlgirtin, xebatên jinan tê darizandin. 
 
Heman ferasetê îro li dijî Rojava ya ku destkeftiya jinê ye jî şer daye destpêkirin. Şoreşa jinê ya ku bi ronahiya têkoşîna li dijî tarîtiya DAIŞ'ê tevahiya Rojhilata Navîn silav kir, îro jî tê xwestin li eywanên dadgehê wekî hêmaneke şer were nîşandan. Li dijî hemû hewldanên astengkirinê û şer; qîrîna me ya ‘Jin, jiyan, azadî’ ji Rojhilat heta Rojava, ji Bakur heta Başûr veguheriye xeteke polîtîk a ku bûye destkeftiyên têkoşîna jinên cîhanê. 
 
Di dîrokê de têkoşîna me ya jinan li hemberî feraseta tekparêz a mêrserwer tu carî nesekiniye û wê nesekine jî. Jin ji bo rakirina tecrîdê, ji bo azadiya fîzîkî ya rêzdar Ocalan û ji bo avakirina jiyaneke azad û wekhev a hemû gelên Rojhilata Navîn, wê têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîn wê li her derê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li cîhanê mezin bibe û wê tehakuma 5000 salî ya feraseta mêrserwer bişkîne. 
 
Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîddeta Li ser Jinê de, em hemû jinên di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane û di encama şîddeta mêr û dewletê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji bo em ji malan heta fabrîkeyan, ji zindanan heta kolanan li her qadê têkoşîna jinan geş bikin, em ê li vir bin. Wê jin bi ser bikevin!"