Li Wanê Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê hat avakirin

  • 16:30 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
WAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê daxuyaniya ku da de parêzer Mariye Bîldîrîcî Borazan, destnîşan kir ku di sala 2023’yan de 234 jin hatine qetilkirin û got ku mafê jinan nehatiye parastin. Mariye, da zanîn ku wan bi mebesta vê rojê Komîsyona Mafê Jinan veguherandine Navenda Mafê Jinan.
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, bi minasebeta 25’ê Mijdarê li eywana baroyê daxuyanî da. Daxuyaniya ku ji hêla endama navendê Mariye Bîldîrîcî Borazan ve hat xwendin, gelek parêzer tevlî daxuyaniyê bûn.
 
‘Mafê jinê nehatiye parastin’
 
Mariye, bal kişand ser dîroka 25’ê Mijdarê û destnîşan kir ku ji wê demê heya îro ji bo mafê jinan bûye wek sembolekê. Mariye, bi lêv kir ku ji xwişkên Mîrabel vir ve jin li tevahiya cîhanê ji bo jiyanek wekhev û azad têdikoşin û wiha got: “Li gel têkoşîna heyî êrîşên li ser destkeftiyên jinan jî bi heman rengî dewam dikin. Her çend li welatê me di çarçoveya qanûnê de li ser mafê jiyanê yê jinan gelek pêkanîn hatin destpêkirin jî, ev pêkanîn tenê di warê teorî de weke pirsgirêkeke nîzama giştî hatine nirxandin û mafê jiyanê ya jinê nehatiye parastin. Mînaka vê ya herî hêsan ev e; her çend ji sedî 7’ê civakê ji Peymana Stenbolê derkeve jî, Peymana Stenbolê bi Biryarnameya Serokomariyê ya ku di 20’ê Adara 2021’ê nîvê şevê di Rojnameya Fermî de hat weşandin ve hat betalkirin. Bi vê yekê re êrîşên li hember jinê jî zêdetir bûn û her roj jin tên qetilkirin.”
 
234 jin hatin qetilkirin
 
Mariye, da xuyakirin ku di sala 2023’yan de 234 jin hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Platforma Em ê Komkûjiya Jinan Rawestînin di rapora xwe ya Cotmeha 2023’yan de diyar kir ku tenê di meha cotmehê de 19 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi guman mirine. Her wiha ev dane tenê beşeke ji çapemenî û raya giştî de hatiye parvekirin e. Ji her temenê, her bajarê û her çadê 234 jin hatine qetilkirin. Dibe ku di vê dema em vê daxuyaniyê didin de jî hejmar zêde dibe. Ligel peyman û zagonan li Tirkiyeyê her roj 5 jin tên qetilkirin. Bi cihneanîn an jî derengpêkanîna qanûnan, newekheviya zayendî ya di civakê de, her siyasetek civakî û siyasî ya ku tê meşandin dibe sedem ku şîdeta li ser jinê û kuştina jinan neyê dîtin. Heta ku neyê diyarkirin kê û çima jin kuştine, heya ku darizandinek adil neyê kirin, bêguman bersûc û kujer neyên cezakirin û tedbîrên pêşîlêgirtinê neyên sepandin, ev rewş dê di tevahiya tundiyê de biguhere.”
 
Navenda Mafê Jinan hat avakirin
 
Mariye, bi lêv kir ku ew bi vê mebestê Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê ku îro yek ji van toran e û hem di qadên hiqûqî hem jî di qada civakî de ji bo berxwedana jinan a li herêmê têdikoşe, wê bibe navend û têkoşîneke bi bandortir. Mariye, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wan komîsyona xwe veguherandine Navenda Mafê Jinan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vê yekê em radigihînin ku em ê weke Komîsyona Mafên Jinan a di nava Baroya Wanê de bi salan têkoşîna xwe ya ji bo sînordarkirin û kelepçeyên li ser jiyan û mafê jiyanê yên jinan, di 25’ê Cotmeha 2023’yan ve bi biryara lijneya rêvebiriya Baroya Wanê em Navenda Mafên Jinan ve berdewam bikin. Li vir em ji hemû jinên herêmê re diyar dikin ku em weke navendeke têkoşînê bi wan re ne û dikarin ji bo vê têkoşînê serî li jimareyên têlefonên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê bidin. Em diyar dikin ku em weke navenda mafên jiyan û azadiyan ji destê wan hatine standin ligel wan in û em ê pêvajoyê bi awayekî qanûnî bişopînin. Ji bo vê yekê em diyar bikin ku ew dikarin hem bi hejmara telefona navenda me û hem jî bi hesabên medyaya civakî, hem jî bi rêya parêzerên me yên endamên navenda me û hem jî bi serdana avahiya Baroya Wanê serlêdanê bikin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.