ÎHD: Ji ber tundiya di nav malê de herî kêm 37 jin hatin qetilkirin

  • 14:33 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - ÎHD'ê di rapora derbarê bajarên Kurdistanê de amade kir de da zanîn herî kêm 37 jin ji ber tundiya di nav malê de jiyana xwe ji dest dane. Li gor raporê herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê jinan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan rapora tundiya li hemberî jinan a di navbera 1'ê Mijdara 2022'yan û 1'ê Mijdara 2023'yan a li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat li avahiya xwe eşkere kir. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Esra Saçaklidir bilançoya salê ya di raporê de eşkere kir. Cîgira Serokatiya Şaxa ÎHD'ê Suzan Mehmetoglu Aksoy rapor eşkere kir. 
 
'Tundiya li ser jinê piralî ye'
 
Suzanê da zanîn dijminatiya li dijî jinê ji dîrokê heta niha dewam kiriye û got:"Mixabin li her erdnîgariyê tundiya li ser jinan dewam dike û li Rojhilata Navîn jî herî zêde jin û zarok tên çewisandin. Tundiya li ser jinê piralî ye. Ev tundiya bi awayekî fîzîkî, zayendî, aborî li jinan tê kirin. Mixabin hemû jin di bin bandora vê yekê de dimîne. Em bi munasebata 25'ê Mijdarê hêviya bidawîbûna tundiyê, hêviya wekhevî, azadiyê dikin."
 
34 mirinên bi guman
 
Bilonçoya raporê wiha ye:"Li herêmê herî kêm 34 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 7 jin ber bi întixarê ve hatin kişandin û jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 37 jin ji ber tundiya di nav malê de jiyana xwe ji dest dane. 7 jin birîndar bûne. Jinek bi êrişa zayendî rû bi rû maye. Li herêmê bi tundiya civakî herî kêm 8 jinan jiyana xwe ji dest dane, 6 jin jî birîndar bûne. Li herêma Başûrê Rojhilat herî kêm 7 jinan xwe întixar kirine û herî kêm 45 jin ji ber tundiya mêr a di nava malbatê de û di nava civakê de jiyana xwe ji dest dane. 34 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Herî zêde li Amed, Dîlok û Rihayê jinan jiyana xwe ji dest dane. Mirinên bi guman ên jinan herî zêde li Colemêrg, Wan û Rihayê çêbûye."
 
Civîn piştî parvekirina raporê bi dawî bû.