Li Şengalê semînera li ser 25'ê Mijdarê

  • 13:59 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi wesîleya 25'ê Mijdarê semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de bal kişandin ser rola jinên êzidî ya di têkoşîna azadiyê de. 
 
Li navçeya Sîba Şêx Xidir a Şengalê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê semînerek hate lidarxistin. Semîner ji aliyê Endama Rêveberiya TAJÊ dayê Neam Bedel û Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate dayîn.
 
Riham Hesen destpêkê axivî û got: "Êdî jinên êzidî weke berê nînin û hêza wan ya têkoşînê zêde bûye. Jinên me yên êzidî dibêjin, eger bi me jî mabe, em ê Şengalê terk nekin. Ev jin îradeya xwe naskirine. TAJÊ li dijî dîl girtin û revandina jinên êzidî xwe rêxistin kir. Niha jî sal bi sal ev têkoşîn mezintir û xurttir dibe. Rêber Apo rê ji jinê re vekir, pêwîste jin jî xwe zêdetir nêzî fikrê wî bikin. Rêbertî dibêje, azadiya jinê azadiya civakê ye. Ev gotina Rêber Apo tenê digotin nemaye, ketiye pratîkê jî. Di vê sîstema hatiya avakirin de jin dikare xweser bijî."
 
Piştî axaftina Riham Hesen, Endama Rêveberiya TAJÊ Neam Bedel jî axivî û diyar kir, ne tenê jin divê mêr jî girîngiya vê rojê bizanin û got: “Bi hezarî salan jin gelên xwe rêve dibirin, pêşengiyê jêre dikirin. Lê piştî serdestî û zilm çêbû, ev mafê jinê ji dest girt. Dibin navê şerm, namûs û gelek tiştên din de mafê jinê ji dest hate girtin. Lê niha tevgera me çêbûye û em ji saya wê dikarin rojên wiha bibîrbînin. Ev roj roja têkoşîna li dijî zilimkariyê ye.”