Li Amedê ji bo 25'ê Mijdarê banga meşê hat kirin

  • 11:42 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê bi munasebeta 25'ê Mijdarê wê li Çerxerêya Dinyayê meş bê lidarxistin. Jinan ji bo tevlîbûna meşê bang kirin. 
 
Wê bi munebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li Çerxerêya Dinyayê ya Amedê meş bê lidarxistin. Dê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 25’ê Mijdarê ve" û "Em jiyana xwe û mafê xwe diparêzin" saet di 16.00'an de sibehê jin, ji navçeya Peyasê ber bi Çerxerêya Dinyayê ve bimeşin. 
 
Bang
 
Tora Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Amedê banga tevlîbûna meşa sibehê kir.