Ayla Akat Ata: Dereng an jî zû em ê pergala serdest biguherin

  • 09:10 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Dîlan Babat 
 
ENQERE - Ayla Akat Ata ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye der barê 25’ê  Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de peyamek ji jinan re şand û got dilê wê ligel jinên ku piştevanî û têkoşînê mezin dike ye û bi lêv kir ku dereng an jî zû wê vê pergala serdest a mêr biguherin.
 
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û ji derveyê doza Kobanê ji ber têkoşîna jinan jî tê darizandin. Aylayê bi wesîleya 25'êr Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî ji ajansa me re axivî.
 
Aylayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê xwişkên Mîrabel bi bîr anî û diyar kir ku bila 25’ê Mijdarê bibe wesîleya bilindkirina têkoşîn û piştevaniyê. Aylayê wiha vegot: “Em jinên ku bûne kirdeya tundiya darazê wê li dijî her cureyê tundiyê li her derê têbikoşin. Em li dîroka komara Tirkiyeyê binêrin, mekanîzmaya darazê bûye alava herî bi bandor a di têkoşîna li hember Kurdan.”
 
‘Dewlet me didarizîne lê em jî didarizînin’
 
Aylayê destnîşan kir ku di doza Kobanê de her tim ji aliyê darazê ve tên tacîzkirin û her tim parastina wan tê sînorkirin. Aylayê ev nirxandin kir: “Hem di parastina li dijî îdianameyê de hem der barê parastina esasê de wek hevalên xwe yên din ez jî bi mudaxaleya darazê re têm rû hev. Dewlet me didarizîne, ev rastiyek e. Lê em neheqiyê derdixin holê û li aliyekî em wan didarizînin.”
 
‘Yên ewil hatine darizandin ne em in û wê ne ya dawî be’
 
Aylayê destnîşan kir ku bi çoyê darazê dixwazin bên bêdengkirin lê ew heqîqetê derdixin holê û wiha bi lêv kir: “Me jiberên heyî xera kirin. Ji ber vê gotina me tê birîn. Helwesta me li derve jî li hundir jî heman e. Naguhere. Ev têkiliya bi Kurdbûnê re datîne holê. Pirsgirêka daxwaza me ya aştî û wekheviyê ye. Sedema vê israra me ye. Em ne siyasetmedarên ewil ên tên darizandinê ne. Em ne yên dawî ne jî.” 
 
'Yên guherînê bikin jin in'
 
Aylayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yên guherînê bikin jin in. Hemû serdest vê dizanin. Ji ber vê li ku derê dibe bila bibe di plan û polîtîkayan de sernavek jinê heye. Em li dîroka komarê binêrin. Ji Plana Şark Islahat bigirin heta Plana têkbirinê ji bo jinan nirxandinek cuda tê kirin. Ji ser Tirkbûnê dikare mînak bê dayîn. Asta rêxistina jinên Kurd zîhniyeta serdest a mêr nerehet dike. Ji ber dizanin ku têkoşîna jinan vê serdestiyê dihejîne û pergalê serobino dike. Krîmînalîzekirin û hedefgirtina me jî ji ber vê ye.”
 
‘Divê em hevpar tevbigerin’
 
Aylayê bal kişand ser pergala bêcezahiştinê û got ev polîtîkayên bêcezahiştinê zêdetir di sûcên li hember jinan de tên destgirtin. Aylayê di vê mijarê de wiha got: “Ev polîtîkaya ji bilî sûcên siyasî û fikr û ramanê di hemû sûcan de tê destgirtin. Ev nîşan dide ku di pergala darazê de pirsgirêkek cidî heye. Li dijî vê ger ku em bixwazin encamekê bigirin divê em bên gel hev. Wekî din şansa me tune ye. Divê em hevpar tevbigerin. Wekî din rê tune ye.”
 
Jinên înfazên wan tên şewitandin…
 
Aylayê bal kişand ser rewşa jinên ku bi biryarên lijneyên îdarî û şopandinê tehliyeya wan tên astengkirin û got li Girtîgeha Sîncanê hevalên gihiştiye azadiya xwe di Tebaxa 2021’ê de hatine berdan û piştî  guhertina rayedaran nêzîkatiya lijneyê jî guheriye. Aylayê wiha got: “Hevalên me yên divê di Îlona 2021’ê de bihatana tehliyekirin hîna nehatine berdan. Nav de du hevalên ku 30 sal in girtîne behsa 14 girtiyan dikim. Tehliyeya van hevalan hatiye şewitandin. Sê hevalên me hatin berdan. Niha 11 hevalên me nayên tehliyekirin. Divê demildest dawî li vê pêkanînê bê anîn. Armanc tevî ku hiqûqî ye, biryar jî ne hiqûqî ye.”
 
‘Bi ser neketin û wê bi ser nekevin’
 
Aylayê balkişand ser yek ji xalên doza Kobanê û got di dozê de nêzîkatiyên dijminahiya jinê dikin hene û wiha got: “Hedefa wan girtina partiya me û xeta azadiyê ya jinan e. Bi destê darazê dixwazin me bê bandor bihêlin û biçewisînin. Lê dîrok şahidê me ye. Ew bi ser neketin û wê bi ser nekevin.”
 
‘Dilê min bi xwişkên min re ye’
 
Aylayê di peyama xwe ya 25’ê Mijdarê de wiha got: “25’ê Mijdarê Roja piştevanî û têkoşînê ye. Dilê min  ligel jin, xwişkên min e ku piştevanî û têkoşînê mezin dike ye. Dereng an jî zû wê vê pergala serdest a mêr biguherin. Em bawer dikin, em ê bi ser kevin. Jin jiyan azadî.”