Asli Pasînlî: Dixwazin pergalek dişibe Talîban pêş bixînin

  • 09:09 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Seroka DAKAH-DER’ê Parêzer Asli Pasînlî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku pergalek dişibe Talîban bê avakirin û got: “Di mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de ne tenê li ser destkeftiyên qanûnî divê guherînên polîtîkayan jî li ber çavan bên girtin.”
 
Jin ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de têkoşîna xwe dibin qadan û kolan bi bîlborg û afîşên peyamên li dijî tundiyê hatine xemilandin. Seroka Komeleya Rewşa Piştevaniya Jinê (DAKAH-DER) parêzer Asli Pasînlî têkoşîn û astengiyên li pêş têkoşîna jinan nirxand.
 
‘Tundî parçeyek polîtîkaya dewletê ye’
 
Asliyê da zanîn têkoşîna jinan ji destkeftiyên qanûnî serbixwe nayê fikirîn û wiha dirêjî dayê: “Belkî em xwişkên Mîrabel ji bo 25’ê Mijdarê wek start qebûl dikin. Lê têkoşîna jinan bi salan e di dîrokê de xwe heyî kiriye. Jinan têkoşînên cidî dane û veguhertine destkeftiyan. Ji mafê hilbijartinê bigirin heta bikaranîna mafê paşnav, mafê nefeqeyê û destberdanê gelek hukmên qanûnî hene. Tundî parçeyek polîtîkaya dewletê ye.”
 
‘Der barê hebûna jinê de xetereyek mijara gotinê ye’
 
Asliyê daxuyakirin ku dema mirov li Tirkiye û cîhanê dinêrin muhafazakariyek cidî mijara gotinê ye û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê jî hewldan heye ku pergalek dişibe ya Talîban bê avakirin. Li Tirkiyeyê pêvajoyeke cidî ya der barê laîkbûnê de heye. Navê hiqûqa îslamî neyê dayîn jî bi awayekî fîîlî pêk tê. Der barê hebûna jinê de xetereyek mijara gotinê ye. Li Tirkiyeyê xizaniyek jinê dertê pêş. Xizaniya jinê wek pirsgirêkek cidî ya li pêş têkoşîna li dijî tundiyê ye.”
 
‘Polîtîkayên çewisandinê ji ser jinên Kurd dest pê dike’
 
Asliyê balkişand ser şerê li cîhanê tê meşandin û got: “Wek hemû dizanin ên herî zêde ji şer bi bandor dibin jin in. Em ji bo jinên Kurd sernavekî cuda vebikin. Ji ber bi qeyûman re saziyên jinên Kurd hatin girtin. Çalakiyên jinên Kurd xebatên wan tên krîmînalîzekirin. Li Tirkiyeyê em li têkoşîna jinan binêrin. Ji ser polîtîkayên dewletê bi taybet polîtîkayên çewisandinê ji ser têkoşîna jinên Kurd dest pê dike. Me der barê vê de gelek mînak dîtin. Ji ber vê jî berdewamiya êrîşên li ser jinên Kurd li bajarên rojavayê welêt jî tê dîtin.”