Ji Komeleya Dema Jinê banga 25’ê Mijdarê!

  • 09:06 24 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî diyar kir ku bi xebata ‘jinên Kurd yên li Stenbolê dijî bi zimanê xwe, xwe digihînin mekanîzmanên têkoşîna li dijî tundiyê’ dane destpêkirin û got jin bi dewlet û mekanîzmayên wê bawer nakin û got: “Em ji kevneşopiyeke têkoşîna xwişkên Mîrabel tên. Em di 25’ê Mijdarê de li kolanan. Em ê roja aşemiyê li Mecîdiyekoyê bin.”
 
 Komeleya Dema jinê ya di Tîrmeha 2020’an de hat avakirin têkoşîna jinan dimeşîne. Komeleya li Stenbolê ye hewcedariya bi mîlyonan jinên Kurd dibîne û li ser vê  piştgirî da du zimaniyê û ji bo jinên hewce bi Kurdî dibînin bû navend. Navend piştî hat avakirin şûnde sala din Navenda Şêwimendiya Jinê ava kir. Komele der barê Navenda Şêwirmendiyê de rapora 5 mehan diweşîne. Komeleyê çarçoveya 25’ê Mijdarê de starta xebata ‘jinên Kurd yên li Stenbolê dijî bi zimanê xwe, xwe digihînin mekanîzmanên têkoşîna li dijî tundiyê’ da destpêkirin.Li aliyê din jî komele wê roja şemiyê saet di 16.00’ande li Mecidiyekoy di çalakiyê de be.
 
Endama komeleyê Newroz Unverdî der barê xebatan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Newrozê diyar kir ku têkoşîna xwişkên Mîrabal ya li dijî dîktator Rafael Turjîllo daye îro jî didome û wiha got: “Di encama qetilkirina xwişkên Mîrabal de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jİnê ya Navneteweyî hat îlankirin. Ev bûyer 60 sal berê hat jiyîn lê hîna jî jin tên qetilkirin û tunehesibandin. Têkoşîna me jî ji bo ev ji holê bên rakirinê ne.”
 
Xebatên qadan
 
Newrozê diyar kir ku xebatên qadan jî bi taybet xwestine di 25’ê Mijdarê de bidin destpêkirin û wiha domand: “Em komeleyeke ku ji bo tundiyê ji holê rabikin hatin avakirin. Xebatên me jî di vî alî de ne. Xebata me ‘jinên Kurd yên li Stenbolê dijîn bi zimanê xwe xwe bigihînin mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê’ ye. Komeleya me di 2020’an de hat vekirin. Me di 2021’ê de Navenda Şêwirmendiyê vekir. me xebatên qadan meşandin. Me taxên Bagcilar, Beyoglu û Sultanbeylî  ku jinên Kurd lê zêde dijîn wek navçeyên pîlot hilbijart.”
 
Jinên Kurd bi zimanê xwe dikarin xwe bigihînin mekanîzmayan?
 
Newrozê  destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka xwe gîhandina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê bikin rojev û bikin rapor ev xebat dane destpêkirin û wiha domand: “Me ewil ji Beyoglu û Bagcilar destpêkir. Niha li Sultaybelî jî didome. tundî li he rderê heye. Li van taxên min rêz kirin jî hene. Ev xebat ji me re bûn hêvî. Jin hem ji dewlet hem ji mêr tundiê dibînein. Jinên Kurd bi zimanê xwe nikarin xwe bigihînin mekanîzmayan. Ji ber vê me xebatek wisa da destpêkirin. Jinên Kurd bi dewlet û mekanîzmayên dewletê bawer nake. Dixebatan de jinan digotin ‘ev xebat gelek bi nirxe. Lê em bi mekanîzmayên fermî bawer nakin. Ji ber vê jî xebata rêxistinên jinan û saziyan gelek girînge. Xebata me wê bi rapora di 8’ê Adarê de bê weşandinê bidawî bibe.”
 
Ji bo 25’ê mijdarê bang
 
Newrozê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li kolanan bin û li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin û got: “Em ê bi hemû jinan re li qadan bin li kolanan bin. Em hemû jinan dipên qadê.  Bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ em ê roja şemiyê saet di 16.00’ande li Mecidiyekoy bin.”