Jinan li Hesekê dest bi atolyeya li ser tundiyê kirin

  • 16:03 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê bi dirûşma “Li dijî hemû rengên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî” atolyeya têkildarî tundiya li ser jinan dest pê kir.
 
Atolye ji aliyê rêxistinên jinan (Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Kongra Star, Komîteya Pewerdeyê ya girêdayî wê, Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê, Hêzên Parastina Civakî-Jin, Nivîsgeha Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk) ve bi boneya 25`ê Mijdarê li hola Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li taxa Omeran a Hesekê tê organîzekirin.
 
Zêdetirî 60 jinên endamên saziyên jinan ên herêmê beşdarî atolyeyê dibin ku dê tê de 5 mijarên sereke bên nîqaşkirin. Mijarên nîqaşê wiha ne: Danasîna tundiya li ser jinan û şêwazên wê, destdirêjiyên li jinan mîna kuştin, tecawizkirin, zewicandina zarokan û hwd, çareseriyên ji bo rêgirtina li tundiyê, rêbazên xilasbûna ji diyardeya xwekuştinê û rêya têkoşînê, rêbazên xweparastina û sekinadina li hember tundiyê.
 
Piştî rêzgirtinê, berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê Rîhab Coc di beşa yekemîn a atolyeyê de axivî û behsa rewşa jinan di civaka xwezayî de kir.
 
Rîhab piştre bal kişand ser şêwazên tundiyê, her wiha tundiya hestiyarî, aborî û cinsî wiha da nasîn: “Tundiya hestiyarî tê wateya ku destdirêjî li baweriyên jinan bên kirin û heqaret lê were kirin, her wiha wê bixin rewşeke wiha ku wekî nexweşekê li xwe binere. Tundiya aborî jî tê wateya ku derfeta karkirinê ji bo jinan neyê dayîn. Destdirêjiya cinsî fîzîkî û cinsî li dijî jinan jî tundiya cinsî îfade dike.”
 
Rîhab ji bo parastina jinan ji tundiyê hin çareseriyên mîna “femkirina parastina cewherî, xwebipêşxistin bi rêya perwerdeyê, xurtkirina tevgera xwe li hember tundiyê, hişyarkirina jinan, perwerdekirina zarok û mêran li gorî zihniyeteke exlaqî-polîtîk” pêşniyar kirin.
 
Piştre beşa duyemîn dest pê kir, ji aliyê endama Komîteya Edaletê ya Kongra Star a Hesekê Alaa Hemdîş ve hat birêvebirin. Alaa çend rewşên zewicandina di temenê biçûk de li kantona Hesekê di salên 2022-2023`an de ku 97 rewş bûn, bi bîr xistin. Her wiha pêşniyar kir ku semîner bên zêdekirin û ciwan bên hişyarkirin.
 
Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî Elyaa Osman di beşa sêyemîn de axivî û bal kişand ser rêbazên rêgirtina li tundiya li dijî jinan. Elyaa diyar kir ku internet bûye rêbazekî bikaranîna tundiyê li dijî jinan û got: “Herî zêde jin, zarok û ciwan dibin qurbaniyên vê rêbazê tundiyê. Divê saziyên perwerdeyê der barê xeteriyên înternetê û bikaranîna rast a îneternetê de hişyariyê bidin.”
 
Piştî wê der barê tundiyê û şêwazên wê di sedsala 21`yemîn de û çareseriyan de, sînevîzyone hat pêşandan.
 
Di beşa çaremîn a atolyeyê de jî bal li ser ji rê derxistina ola Îslamê hat kirin û ji aliyê endama Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hat birêvebirin. Xilûd got ku tundiya li dijî jinan bingeha xwe ji zihniyeta baviksalarî û mêrdestî digire û wiha domand: “Lewma ayatên Quranê û hedîsên pêxember li gorî wê zihniyetê şîrove kirin, ol ji bo xwe bi karanîn û jin kirin menzîleya duyemîn.”
 
Atolye bi nîqaşên têkildarî beşa 5'emîn dewam dike. Dê atolye bi encamnameyekê bi dawî bibe.