Jinên kurd li Rûsyayê çalakiya 25'ê Mijdarê li dar xistin

  • 16:01 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Moskowayê ji bo 25'ê Mijdarê çalakiyek li dar xistin.
 
Jinên Kurd ên li paytexta Rûsya Moskowayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê çalakiyek li dar xistin.
 
Hevseroka Organîzasyona Jinên Kurd a li Rûsyayê Viyan, Tera Qadir di çalakiyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îro li çar aliyên cîhanê bûye mînak ji têkoşînên azadiya jinê re.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi saya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd jin li cewhera xwe vegeriyane.