Dayikên Aştiyê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyî dan

  • 12:43 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê bi munasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kirin ku bi ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jin azad dibin.
 
Dayikên Aştiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Zekiye Yusef û Dîcle Mamo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan hat şermezarkirin û hate gotin: "Em di şexsê xwişkên Mîrabal, Sakîna Cansiz, Çîçek, Hevrîn Xelef, Reyhan û Jiyan Tolhildan û hemû jinên pêşeng de, bejna xwe li ber şehîdan ditewînin.”
 
Di daxuyaniyê de hate gotin sîstema serdestiya mêran di nava krîzeke giran de ye û hate diyarkirin ku mirina jinan tê wateya mirina jiyanê, mirina civak, exlaq, çand, xweza, evîn û edaletê.
 
Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi ramanên Abdullah Ocalan hate kirin û bi domdarî hate gotin: “Rêber Apo girîngiyeke herî mezin da azadiya jinan û di vî warî de dibêje; bêyî azadiya jinan civak azad nabe û heta jin azad nebin Kurdistan azad nabe."