'Di 25'ê Mijdarê de em ê li kolanan bin'

  • 11:24 23 Mijdar 2023
  • Ramyarî
 
EQNERE - Endama Komîsyona Karê Navxweyî û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê Çiçek Otlu, li Lijneya Giştî ya Meclisê derbarê 25'ê Mijdarê de axivî. Çiçekê got wê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin. 
 
Endama Komîsyona Karê Navxweyî û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Stenbolê Çiçek Otlu, li Lijneya Giştî ya Meclisê derbarê 25'ê Mijdarê de axivî. 
 
Çiçekê di hefteya 25'ê Mijdarê de bang li îktidara AKP-MHP'ê kir û wiha got:"Ger îktidara AKP-MHP'ê ji dil be wê demê dema derketin kolanan wê me asteng neke. Sala borî me xwest em li Stenbolê ber bi Taksimê ve bimeşin lê belê polîsan tundî li jinan kirin."
 
'Divê hûn bersûcan neparêzin'
 
Çiçekê bi lêv kir ku divê jinên xweparastina rewa dikin bên parastin û helwestek li dijî cezayên li jinan tên birîn bê girtin. Her wiha Çiçekê da zanîn divê bersûc neyên parastin û wiha got:"Li dijî tevgeha jinên kurd, tevgera jinên sosyalîst, tevgera femînîst her tim zext û polîtîkayên gefxwarinê di meriyetê de ne."
 
Em di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin
 
Çiçekê da zanîn jiyana jinan di malê de hilnayê û got ew azadî û wekheviya rast dixwazin. Her wiha Çiçekê da zanîn ew ê di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya li ser jinan li kolanan bin.