Wê jin di 25'ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bên gel hevdu

  • 10:48 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Wê ji bi dirûşmeya “Faîl li malê, li Meclisê, li kargeh, li dibistanê ne; jin li dijî tundiya mêr-dewletê li kolanan in” di 25’ê mijdarê de, li dijî tundiyê, li Mecîdiyekoyê bicivin. 
 
Amadekariyên jinan ên 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî didomin. Jin li dijî her cure tundiya li ser jinê, qetlîam, tacîz, tecawiz û serdestiya mêrsalar, dê gotin û daxwazên xwe li qada Mecîdiyekoya Stenbolê, saet di 16.00’an de bînin ziman. Dirûşmeya îsal jî weke “Faîl li mal, li Meclis, li kargeh, li dibistanan in, jin li dijî mêr-dewletê li kolanan in” hate diyarkirin û dê çalakî bi meşekê bi dawî bibin.