Semîre Dîrekçî: Jiyanek azad a em bi dest bixin heye!

  • 09:10 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî di nameya xew ya ji bo 25’ê Mijdarê şandiye de peyama ‘wek jin tiştekî em winda bikin tune ye lê jiyan û cîhanek azad ya ku em bi dest bixin heye.’ da.
 
Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nameyek şand. Semîre ku 26 sale girtiye  ji ber pirsgirêkên tenduristiyê beşek pirsên me bersivand. 
 
‘Em zêdetir xwedî li ziman û çanda xwe derketin’
 
Semîreyê diyar kir ku malbata wê dema ew biçûk bûye ji ber zextên dewlet û pirsgirêkên aborî koçî Edenê kiriye û got: “Lê em rastî newekheviyan hatin. Ez biçûk bûm lê min ev hîs dikir. Mînak li bajarekî metropol ji ber nasnameya xwe em rastî newekheviyê hatin. Em wek çîna duyem hatin dîtin. Malbata min ewil pir zehmetî kişand. Me zimanê Tirkî ku yek tîpek nizanibû nas kir. Tevî  Tirkî dihat axaftin em bı zimanê xwe axivîn. Em wisa jiyan. Mirov li bajarên mezin zêdetir xwedî li çand û ziman derdikevin. Dewletê em bi koçberkirinê asîmîle dikirin. Lê li dijî vê em zêdetir xwedî li zimanê xwe derketin. Me hewl da em zimanê xwe bidin jiyîn. Dayika min tevn, destar, teşiya xwe dîsa jî dirisa.”
 
‘Daxwaza azadiyê ez ber bi têkoşînê ve birim’
 
Semîreyê di berdewamiya nameya xwe de wiha got: “Wê demê tevgera azadiya Kurd di nav gel de bi bandor bû û min serhildan ji kurahî hîs dikir. Daxwaza azadiyê ez kirim nefera têkoşînê. Di Nîsana 1998’an de hatim girtin. Ez bi giranî birîndar bûm. Rojên ewil nehatim dermankirin. Hişê min ne li serê min bû. Ji ber vê  ditirsiyan îşkence û tundiya fîzîkî bikin. Lê tundiya rihî, psikolojik kirin. Tehdîda em ê te ji helîkopterê de bavêjin dikirin. Di binçavan de nehatim dermanirin. Ji ber wê jî niha gelek nexweşiyan re têdikoşim.”
 
‘Yekane tişta neguheriye nêzîkatiya li hember pirsgsirêka Kurd e’
 
Di dema darbeya 1980'yi  de girtîgeh navendên îşkenceyê bûn. Ev di pêvajoyên dawî de jî berdewam kir. Ji wan rojan heta îro yekane tişta neguheriye nêzîkatiya li hember pirsgirêka Kurd e.Van polîtîkayan bandor li ser girtîgehan jî kir. Zext, îşkence û sugun zêde kirin. 
 
Tecrîd tê girankirin
 
Piştî rêberê gel Birêz Abdullah Ocalan bi komployê anîn Tirkiyeyê dewletê hîn tundtir berê xwe da girtîgehan. Tecrîdek giştî pêk anîn. Vê tecrîdê bandor li ser hemû Tirkiyeyê kir. Welat kirin girtîgeha vekirî.Rewşa niha wek ya salên 80’î zêde îşkence tuneye. Rêbaz hinek guhertine. Bi îdeolojîk berê xwe didin. Hewl didin bi zextan girtiyan teslîm bigirin.
 
Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin
 
Ev kesên perwerda hiqûq û edeletê negirtin der barê azadî û esarete de biryarê dikarin bidin. Ev nokteya ku pergala edelet û hiqûqa delwetê hatiyê nîşan dide. Di pêvajoyên girtinên berê de şansê tahliyeya me hebû. Lê niha bi awayekî kêrî tahliye tên astengkirin. Hevalên nexweş ji ber şertên girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Sedema vê jî şert û mecên giran yên girtîgahan û polîtîkayên dijminahiyê ya dewletê ye.Dema hatim girtin tu nexweşya min tunebû. Ji bilî birîndariyê. Niha 5 sale bi nexweşiyên giran re têdikoşim. Dadgerên leşkeri wê emê ez darizandim û cezayê muebetê birîn. Tu wijdan vê qebûl nake.
 
Ji bilî berxwedanê rê tune ye
 
Em 25’ê Mijdarê bi teror û tundiya mêr pêşwazî dikin. Ez têkoşîna li dijî tundiya li hember jinê bi rojekê rast nabînim. Divê di rojek sembolik de ev têkoşîn sînor nemîne. Em jin li ku dibin bila bibin  bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Pergalek serdest ya mêr li pêş me ye. Ji bilî berxwedan û têkoşînê riyek me ya din tune ye.
 
Em ne mahkumê sînoran e
 
Em ne mahkumên sînor û pergalê ne. Ji her demê zêdetir biqasî bêderfetiyan, derfetên me jî hene. Em jin tiştekî ku winda bikin tuneye. Lê jiyan û cîhaneke qazad ya em qezen cikin heye. Ev jî bi tifaqa jinê ya demokratîk pêkane. Em bi hêza ji têkşoîna mafdar û rewa digirin di riya ku hejayî Sara, Berîtan, Zîlan, Besê û Semayan  de dimeşin. Di vê esasê de bang li hemû jinan dikim ku xwedî li dîroka têkoşîna jinê derkeve û berxwe bide.
 
Semîre Dîrekçî
 
Girtîgeha Jinan a Amedê...”