Di 25'ê Mijdarê de li qadan bêjin 'Em li vir in'

  • 09:03 23 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
AGIRÎ - Siyasetmedar Betul Yaşar, diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê tundî û qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe û got: "Dê li dijî wan polîtîkayan li ber xwe bidin." Aktîvîsta TJA'yê Benazîr Aydemîr Kaya jî diyar kir ku dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" êdî gerdûnî bûye û dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bêjin "Em li vir in".
 
Bi salane jinên kurd li hemberî polîtîkayên êrişkar ên desthilatdariyê têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê “Roja têkoşîna navnetewî ya li dijî tundiya li hemberî Jinê" re jinan plansaziya xwe ya çalakiyê derxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve" 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin.
 
Derbarê girîngiya 25'ê Mijdarê, têkoşîna jinên kurd û polîtîkayên li hemberî jinê de Hevşaredara Diyadînê ya Agiriyê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Betul Yaşar û Aktîvîsta TJA'yê Benazîr Aydemîr Kaya, ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
Li Kurdistanê hedef girtina jinên ciwan
 
Betul, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bandora şerê Îsralîl û Fîlîstînî ya li ser jinan û got: "Dîmenê herî dawî yên Hamasê ya ku jinekê îsralî bi tazî hatî teşhirkirin ji bîra me naçe. Lê heman dîmen li Tirkiyeyê jî hebû. Ev êriş ji pêkanînên pergala desthilatdariyê ne. Ji xwe ya ku pergala dewletê ava kiriye pergala serdest a mêr e. Îro em lê dinêrin li Kurdistanê fuhuş li jinên ciwan didin ferzkirin. Herî dawî li Colemergê li dijî vê yekê çalakiyek hatibû lidarxistin. Li gor nûçeyên wê demê çeteyeke fuhuşê ya ku veguherîbû torekî û heta walîtiyê ve çûbû. Ji cerdevanan bigirin heta polîs, karmendên dewletê û heta walîtiyê belav bibû ev tor.  Ev jî mînaka herî şênber e. Ev yek ji polîtîkayên dewletê ne cûda ye. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê tundî û qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe.”
 
Veşartina kuştina jinan
 
Betul, di berdewamiya axaftina xwe de behsa tayînkirina qeyûman kir û diyar kir ku qeyûmên ku hatin tayînkirin di destpêkê de êrişê saziyên jinan kir û wiha bi lêv kir: "Îro bi navê 'xwekuştinê' qetilkirina jinan tê veşartin. Her wiha piştî tayînkirina qeyûman sazî û dezgehên jinan ên şaredariyan hatin girtin, îro cih tuneye ku jin serlêdanê bikin û alîkariyê bixwazin. Hevşaredarên ku îro ji aliyê gel ve hatin hilbijartin bi dosyayên eletewş ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Di serî de jî qeyûm, mêr tayînê Midûriyeta Jinan kir. Ev jî parçeyeke tundiyê ye. Her wiha di heman demê de jî daraz ne bêaliye. Ev rewş bandorê li kuştina jinên herêmê dike. Dozgerên ku kuştinên jinan bişopînin tuneye. Ji bo wan bûyeran veşerin dikevin nava hewldanan."
 
‘Mirina jinê tê meşrûkirin’
 
Betul, daxuyakirin ku li herêmê ligel bikaranîna tiryakê û tora fuhuşê jî berfireh bûye, desthilatdar çavên xwe ji vê yekê re girtiye û wiha axivî: "Îro gelek jinên ciwan ketine nava tora fuhuşê. Ev tişt wek asayî tê dîtin lê belê ne ew qas asayî ye. Ev parçeyeke tundiyê ye. Ligel vê yekê jî mirina jinan jî li herêmê  tê meşrûkirin. Peymana Stenbolê hat betalkirin û ev peyman ji bo tu kesî ne xeter bû. Lê belê desthilatdar nexwest li gor xalên peymanê tevbigere."
 
Xebatên 25'ê Mijdarê
 
Betul, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 25'ê Mijdarê û got: "Ez gelekî kêfxweşim ku min partiya siyasî û TJA’yê naskir. Ez bi saya wan rastî û şaşiyan dibînim. Her wiha bi nêzbûna 25'ê Mijdarê re me bernameyek derxist. Em ê xwe bighînin hemû jinan. Mafê jinan jî heye ku gotina xwe bêje. Em bang li jinan dikin ku bila hestiyar tevbigerin."
 
'Azadiya jinan naxwazin'
 
Aktîvîsta TJA’yê Benazîr Aydemîr Kaya jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cureyên tundiyê ya li hemberî jinê û wiha bi lêv kir: "Îro di aliyê derûnî, sosyolojî, aborî û her cûre tundî li hemberî jinan tê meşandin. Civaka ku ji aliyê desthilatdariya mêr ve tê birêvebirin tu carî azadiya jinê naxwaze. Ji ber vê yekê îro mêr her cûre tundiyê li hember jinan dimeşîne. Ev ne tenê li welatê me, li tevahiya cîhanê wisa ye. Îro li tevahiya cîhanê keda jinan tê xwarin."
 
Berxwedana jinên kurd
 
Benazîr, diyar kir ku li hemberî tundiyê têkoşîneke jinên kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li bakur, başûr, rojhilat û rojava bi giştî şer heye û ev şer bandorê li jinan dike. Jinên kurd du caran bi tundiyê re rû bi rû dimîne. Yek ji ber jin e, ya din jî ji ber kurd e. Li Kurdistanê jin ji ber her du sedeman li ber xwe didin. Di giştiya cîhanê de mînakekê wisa nîne. Qada me ya têkoşînê gelek berfirehe. Ji ber vê jî îro li cîhanê jinên kurd weke mînak tê nîşandan. Ji ber ku jinên kurd li ber xwe dide û têdikoşe. Li dijî polîtîkayên pergala baviksalar û desthilatdar jin têkoşîneke mezin didin."
 
Tunekirina keda jinan
 
Benazîr, destnîşan kir ku li hemberî siyaseta kurd qirkirineke mezin heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema qeyûm tên tayînkirin ewilî saziyên jinan hedef tên girtin. Hevserokên me û xebatên me yên jinan hedef tên girtin. Keda jinan tê hedefgirtin û tunekirin. Ev du demin piştî qeyûm tên tayînkirin, di serî de hevşaredarên me tên binçavkirin û piştre jî êrişê saziyên jinan dikin. An ev sazî tên girtin an jî navên wan tên guhertin. Lê belê ev êrişên me natirsîne û em li ber xwe didin."
 
Hêza siyasetmedarên girtî
 
Benazîr, di axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên siyasî û destnîşan kir ku li hember van zextan li girtîgehan têkoşîneke mezin tê dayîn û wiha dom kir: “Îro gelek siyasetmedarên kurd girtî ne û ji têkoşîna xwe dûrneketin. Dibe ku îro siyasetmedarên jin di nav çar dîwaran de bin lê nikarin fikrê jinan xesp bikin. Ji ber vê yekê jî fikr û bîrdoziya wan ji me re dibin perspektîf û re nîşanî me didin. Em îro ji wan hêzê digirin. Çar dîwar ji bo me ne asteng e. Em zêdetir têkoşîna xwe mezin dikin û agirê têkoşînê mezin dikin. Ev dikarin veguherînin."
 
Di şeran de jin û zarok...
 
Benazîr, di dirêjiya axaftina xwe de jî wiha bal kişand ser rewşa Rojava û Fîlîstînê: "Li Rojava û Fîlîstînê şerekî heye, ev şer ji bo me şerê sêyemîn a cîhanê ye. Îro nexweşxane tên gulebarankirin, jin tên revandin û destdirêjî li jinan dikin. Herî dawî li Fîlîstînê bedena jinek hat teşhîrkirin. Ev rewş di heman demê de li Rojava jî heye. Di hemû şeran de jin hedef tên girtin. Bedena jinê di şer de wek objeyekê şer tê bikaranîn. Ev jî tê wê wateyê ku li ku derê dibin bibin bila bibin di şer de texrîbata herî zêde li ser li hemberî jin û zarokan tên kirin. Me vê yekê li Rojava jî dît. DAIŞ, jinên kurd di bazaran de firotin û em bûn şahid ku destdirêjî li wan jinan kirin."
 
'Jin jiyan azadî'
 
Benazîr, di dawiya axaftina xwe de got têkoşîna jinan ne bi tenê bi 25’ê Mijdarê re sînordar e, ev têkoşîn dê her roj bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna jinan ne bi sînor e. Em her roj li her derê têkoşîn tê dayîn. Wateya 25’ê Mijdarê ji bo me cûda ye. Em jinên kurd di cîhanê de pêşeng in. Wekî ku tê zanîn piştî qetilkirina Jîna Emînî dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahiya cihanê belav bû û bû gerdûnî. Em ê di 25’ê Mijdarê de jî ji van êrişan re bibin bersiv û em ê bêjin em li vir in. Em ê tu carî pêkanînên pergala baviksalar qebûl nekin. Em ê her tim li pişt têkoşîna xwe bin û bidomînin. Çi dikin bila bikin lê nikarin me jinan bitirsînin. Ne bi şer, ne bi girtîgehê û ne jî bi çekan dikarin me bitirsînin û em natirsin. Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' ku îro bûye gerdûnî û dê heta ev zihniyeta baviksalar ji holê radibe dê bê berzkirin.”