ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN

  • 09:00 23 Mijdar 2023
  • Rojev
 
*Siyasetmedar Betul Yaşar, diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê tundî û qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe û got: "Dê li dijî wan polîtîkayan li ber xwe bidin." Aktîvîsta TJA'yê Benazîr Aydemîr Kaya jî diyar kir ku dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" êdî gerdûnî bûye û dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bêjin "Em li vir in". DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Helebê têkildarî 25'ê Mijdarê da zanîn rojek tenê ji bo dijderketina tundiyê têra jinan nake û wiha gotin:"Divê di hemû rojan de têkoşîna li dijî tundiyê bê dayin." DÎMEN HEYE
 
*Ayşe Bayram (Evrim Amed) a  di 2019’an de li navçeya Elkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wê yê li goristana bêkesan hatiye definkirin nadin malbata wê. Xuşka Evrîmê Miyeser Ozbayram diyar kir ku ji ber dayik û bavê wan jiyana xwe ji dest dane wê û birayê xwe ji bo cenaze bigirin serlêdan kirine, lê bi hinceta ku ne dayik û bav in ATK'ê serlêdana wan a testa DNA'yê ji bo girtina cenaze red kiriye û got ku ew cenazeyê xuşka xwe dixwaze. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Colemêrgê diyar kirin ku wê bi wesîleya  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî, têkoşîna xwe bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ mezin bikin. DÎMEN HEYE
 
*“Kes naxwaze behsa vî şerê ku bi salan e didome, navê wê jî nehatiye dayîn û di civakê de dibe sedema aloziyan, bike. Di 25’ê Mijdarê ku roja em xwişkên Mîrabel bi bîr tînin de bila bibe wesîleya ku em li ser vê bifikirin.” JI PÊNÛSA JINAN
 
*Nûnera Rêxistina Rizgariya Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abu Khadîr got: “Em li dijî zilm û şer in. Tiştên li Rojava û Fîlîstînê tên jiyîn dijmirovî ye. Dozek me ya mezin heye. Têkoşînek me li dijî êrîşan heye. Doza me û Rojava hevpar e.”
 
*Aktîvîst Fatîma Zîjrabî diyar kir ku wê 25’ê Mijdarê bi rêzeçalakiyan pêşwazî bikin û got wê bi van dengê xwe bidin bihîstin û got: “Jin wê li dijî zilmê bêdeng nemînin. Jin li dijî tundiyê serî hildidin. Jin wê li berxwe bidin.”
 
*Li Şirnexê jinan ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî banga tevlibûna çalakiyê kirin û gotin: “Bila jinên Botanê bi tililiyên xwe wê rojê li qadan bin.” DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî di nameya xew ya ji bo 25’ê Mijdarê şandiye de peyama ‘wek jin tiştekî em winda bikin tune ye lê jiyan û cîhanek azad ya ku em bi dest bixin heye.’ da.
 
*Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Nazli Andan da zanîn ku îsal di 25’ê Mijdarê de wê li qada MecidiyekoyÊ bin û wiha got: “Di atmosfereke ku şer, xizanî û tundiya mêr heye, em ê  îsal 25’ê Mijdarê dîsa rêxistin bikin û li dijî tundiyê li kolanan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan bin. Çalakiya me wê di 16.00’an de pêk bê.” DÎMEN HEYE